DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Li Îzmîrê şîdeta li hemberî jinan hat protestokirin

 
23 Îlon
22:16 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Li Îzmîrê Koma Çalakiyê ya Jinan şîdeta li hemberî jinan a di demên dawî de zêde bûye protesto kirin.

Li Îzmîrê Koma Çalakiyê ya Jinan ji bo şîdeta li ser jinan ku di demên dawî de zêde bûye protesto bikin li qada Bornova Kuçukparkê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê komê Reyhan Kaplan daxuyanî da û diyar kir ku di rojên borî de li Stenbolê di otobusê de jina ji ber şort li xwe kiriye rastî êrîşê hatiye û weha fot: "Em ê destûr nedin ku kes mudaxeleyî jiyan û cil û bergên me bikin. Em gotinên serokwezîr Bînalî Yildirim ên derbarê mijarê de rexne dikin. Yildirim bi van gotinên xwe tacîza li hemberî jinan erê dike. Di 14 salên îktîdara AKP'ê de polîtîkayên dijminahiya li hemberî jinan hêz da zilamên ku bi zîhniyeta baviksalariyê tevdigerin. Dixwazin bi van êrîşan jinan hepsî malê bikin û ji qadên civakê durbixin.

Kaplan di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Em naxwazin ku bi hincet cilên em li xwe kirine rastî şîdeta zilaman bên. Em bi şortên xwe li virin. Fêr bibin em naçin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN