'Ji bo Kurdistanê divê em dest ji berjewendiyên xwe yên biçûk berdin'
HEWLÊR (DÎHA) - Heyeta HDP'ê ku di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de li Hewlêrê hevdîtinên xwe didomînin bi Serokê Giştî yê Komeleya Îslamî Alî Bapîr re hevdîtin pêk anîn. Bapîr di hevdîtinê de diyar kir ku divê ji bo berjewendiyên giştî yên Kurdistanê ew dest ji berjewendiyên xwe yên biçûk berdin.
Heyeta HDP'ê ku di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe di roja sêyemîn de didomînin. Heyet bi gelek partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn û hevdîtinên wan didomin. Di hemû hevdîtinan de peyamên yeketiya kurdan û xurtkirina têkiliyan hat dayîn.
Heyeta HDP'ê piştî duh bi Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtin pêk anî, Partiya Yekgirtuy Îslamî ya Kurdistanê ziyaret kir. Heyeta HDP'ê ji aliyê Serokê Partiya Yekgirtuy Îslamî ya Kurdistanê Salahaddîn Bahaddîn û endamên partiyê ve hat pêşwazîkirin.
Heyeta HDP'ê ku bi rêveberên partiyê re hevdîtin pêk anîn, piştre çûn serdana Komeleya Îslamiya Kurdistanê. Heyet ji aliyê Serokê partiyê Alî Bapîr û endamên partiyê ve hat pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinên di navbera herdu aliyan de, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahettîn Demîrtaş û Serokê Giştî ya Komeleya Îslamiya Kurdistanê Alî Bapîr daxuyaniyek hevbeş dan.
Selahattîn Demîrtaş di daxuyaniyê de diyar kir ku yeketiya kurdan ne li hemberî tu hêzane û wiha got: "Komeleya Îslamiya Kurdistanê piştgiriyek mezin da hevdîtinên me yên li Başûr. Em spasiya wan dikin. Em dihizirin ku tu pirsgirêkên ku dinava partiyên kurdan de neyên çareserkirin tune ne."
Demîrtaş, anî ziman ku di her sedsalekê de tenê carekê mirov dikare firsend dîrokî bidest bixe, ji bo destkeftî û îmkanên ku hatine bidestxistin divê yeketiya dinava partiyên kurd de bê xurtkirin. Demîrtaş, bi lêv kir ku divê cîranên kurdan ji yeketiya kurdan a bê avakirin netirsin û wiha pêde çû: "Yeketiya ne li hemebrî dewletên Ereb, Fars û Tirk in."
Serokê Giştî ya Komeleya Îslamiya Kurdistanê Alî Bapîr jî da zanîn ku ew ji ber ziyareta heyeta HDP'ê gelek keyfxweşin û wiha axivî: "Hewldanên heyetên yên ji bo yekitiya kurdan gelek girîng û birûmetin. Divê ji bo berjewendiyên giştî yên Kurdistanê em dest ji berjewendiyên xwe yên biçûk berdin."
Heyeta HDP'ê ku bi van hevdîtinan, bernameya xwe ya li, Hewlêrê bi dawî kir, dê îro hevdîtinên xwe yên li Silêmaniyê bidomînin.
(mb)