Heyeta HDP’ê bi Dr. Berhem Salih re civîya
HEWLER (DÎHA) - Heyeta HDP'ê ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahaddîn Demîrtaş jî di navde ye li gel Cigirê Duyem ê Sekreterê giştî yê YNK’ê Dr. Berhem Salih civiya.
Li gorî nûçeya Roj News'ê hat zanîn ku heyeta HDP’ê, bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahaddîn Demîrtaş re duh li Hewlerê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, çend rayedarên din ên PDK’ê û saziyên din re hevdîtin pêk anî. Şanda HDP’ê duh êvarê li bajarê Hewlêr li gel Cigirê Duyemê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Dr. Berhem Salih jî civiya. Di civîna her du aliyan de li ser mijara rewşa siyasî ya Başûr û Bakûrê Kurdistanê axivîn. Ji bo bidestxistina mafên Kurdan jî nîqaş hat kirin. Di heman civînê de Dr. Berhem Salih jî daxwaza dewamkirina serdana şanda HDP’ê kiriye û diyar kir ku wê ev hevdîtinane peywendiyên heyîn ber bi qonaxek pêştir de bibin.
Şanda HDP’ê piştî hevdîtinên xwe yên li Hewlêr, wê serdana bajarê Silêmaniyê jî bike û li gel rayedarên YNK, Tevgera Goran û aliyên din kom bibe.
(mae)