DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Demîrtaş: Divê kurd yekîtiya xwe ava bikin

 
21 Îlon
22:30 2016

HEWLER (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, piştî ziyaretên li hewlerê civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku êdî bi lezgîn pêdiviya gelê kurd bi yekîtiyê heye û êdî divê gelê kurd yekîtiya xwe ava bikin.

Heyeta siyasetmedarên kurd ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di navde li Hewlerê ziyaret pêk anîn. Piştî ziyaretan li hola Otela Çarçira ya li Hewlêrê civîna çapemeniyê pêk anî. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş, Cîgirên Hevserokên HDP'ê Fatma Kurtulan û Nadir Yildirim, ji parlamenter Osman Baydemîr, Besîme Konca, Îmam Taşçier û Celal Dogan pêk tê, bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yên ne di nava parlamentoyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de û siyasetmedaran re civiyan. Heyet bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî re jî civin pêk anî.
Piştî ziyaretan Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş civîna çapemeniyê lidarxist. Demîrtaş diyar kir ku êdî pêwîstiya Kurdan bi xebatek hevgirtî heye û pêwîste helwesta Kurdan yek be û wiha got: "Eger xebat û helwesta me yek be, em ê zêdetir bikarin pêş bikevin."

'Divê em xwe ji bo guhertinan amade bikin'

Demîrtaş destnîşan kir ku gelê Kurd ji ti kesê re negefe û got: "Gelê Kurd ji ti kesê ne gefeke. Yên ku ligel gelê Kurd itifaqê bike wê bi ser bikeve. Li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd di rewşeke xirab de ne. Nabe em berjewendiyên hizbî çêbikin. Divê em xwe li Rojhilata Navîn ji bo guhertinan amade bikin. Em li Enqere partiyekî mezinin û dixwazin mafên gelê Kurd bên parastin. Kurd bi xwe xwe rêvebebin, ziman û nasnameya xwe hebin. Di sed salên derbasbûyî de bêitifaqiya Kurdan û nebûna yêkîtiya di navbera Kurdan de nehiştiya gelê Kurd bigihîn mafên xwe. Di nava sedsalên derbasbûyî de gelê Kurd gelek berxwedan kirine. Dema ku ez dîroka gelê xwe dixwînim, êş di keve dilê min. Di dîroka me de berxwedan, fedekarî û berdêlên mezin hene."

Demîrtaş herî dawî got; "Em ji dizanin ku wê ev serdana me hemû pirsgirêkên me çareser nekin. Lê belê weke HDP'ê em ti cûdahiyê naxîn di nava ti partiyan de û em dixwazin bi hemû partiyan û rêxistinan re hevdîtina bikin. Ez hêvî dikim ku ev civîna me bibe bingehê xêrê û bi keda we rojên azad bibînin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN