Jinan ji bo azadiya Ocalan çalakî li darxistin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Jinên kurd, ji bo azadiya Ocalan li ber Parlamentoya Ewropayê çalakî li darxistin û azadiya Ocalan xwestin.
Jinên kurd di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) de li paytextê Belçîkayê Brukselê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber Parlamentoya Ewropayê çalakiyek li darxistin. Bi sedan jin bi şîara "Jin ji bo Rêberê xwe û azadiya xwe di çalakiyan de ne" li ber Parlamentoya Ewropayê hartin gel hev û daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. Di çalakiyê de berdevka TJK-E'yê Dîlşah Osaman axivî û diyar kir ku Ocalan herî zêde ji bo jinan ked daye ji ber wê divê jinên kurd hertim li qadan bin.
Osman anî ziman ku wekî TJK-E'yê ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Piştre li ser navê HDK-Ewropayê Sakîne Çelîk û nûnerên Yeketiya Jinên Sosyalîst axaftinên kurd kirin.
(mb)