Ji ber êrîşên zayendî nikarin ji çadiran derkevin
RIHA (DÎHA) - Jinên penaber ên di kampên li Rihayêde dijîn nikarin ji tirsa êrîşên zayendî ji konan derkevin. Jinan diyar kirin ku jiyana li vir ji bo wan gelek dijwar e.
Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir 2 milyon û 749 hezar 140 penaberên Sûriye bi awayekî demborî li Tirkiye di kampande dijîn. Ji van penaberan 270 hezar û 380 kes li navendên kampên benaberan dijîn. 2 milyon û 478 hezar û 760 kes jî li kolanan û xaniyên xerabe dijîn. 401 hezar û 68 penaberên Sûriye jî li Rihayê dijîn. Malbatên ku berê li kampanya AFAD'ê bi cih bûn û piştre ji ber şert û mercên xerab ji kambê qetiyan, niha li kolanan dijin. Penaberan diyar kirin ku kamp wekî girtîgehan in û şertê jiyanê tune ye.
Hîva Îsmaîl a 40 salî, ligel 4 zarokên xwe 10 roj berê ji kampa AFAD'ê ya li Bajaroka Elîgor a Pirsûsê qetiya û di malekêde bi cih bû. Hîva Îsmaîl ku salek û nîvekê di kampê de man wiha got: "Konên afadê ne cih û warên jiyanê ne. Jiyanek pir zor û zahmet heye. Kes bi em eleqeder nedibû. Me di kampê de bi zorê derbar dikir. Ji bo jinê jiyana kampê bêtir zor e.
Niha min li Elîgor xaniyek bi 350 TL kîra kiriye. Hevserê min hin caran notirvaniyê dike. Kamp wekî girtîgehê bû. Ger ku mirov di saeta vegerê de neketa kampê wê şevê li derve dima. Jiyana kampê ji bo jinê bêtir zor û zahmet bû. Gelek êrîşên zayendî pêk hatin"
Jina 18 salî R.Ş. ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku ji ber nû zaroka wê çêbûye nikare ji kampê derkeve û neçarî kampê maye. R.A., anî ziman ku malbata wê li derve û ew li vir rastî gelek zor û zahmetiyan tên.
R.Ş., anî ziman ku ji bo debara xwe bike car caran diçe karê nava zeviyan dike, lê dema dereng dimîne nikarin wê şevê têkevin kampê û li derve dimînin.
(mae)