Hevdîtinên HDP'ê bi Barzanî destpê dike
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Bernameya heyeta HDP'ê ya bi pêşengiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahettîn Demîrtaş çûn Başûrê Kurdistanê diyar bû. Heyet dê hevdîtina xwe ya destpêkê îro bi Serokê PDK'ê Mesut Barzanî re pêk bîne.
Heyeta HDP'ê ya bi pêşengiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahettîn Demîrtaş îro saet di 03.30'an de gihişt Hewlêrê. Di heyeta ku dê bi nûnerên partiyên siyasî, kesayetiyên navdar û rêxistinan re hevdîtinan pêk bîne de ligel Demîrtaş, Alîkarên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fatma Kurtulan û Nadîr Yildirim, parlamenter Osman Baydemîr, Besîme Konca, Îmam Taşçier û Celal Dogan cih digirin. Heyeta HDP'ê, ku tê payîn dê hevdîtinên xwe yên Başûrê Kurdistanê 4 rojan bidomînin dê du rojên despêkê li Hewlêrê û du rojan jî li Silêmaniyê hevdîtinan pêk bînin.
Hevdîtina destpêkê bi Barzanî re ye
Heyet, dê di hevdîtinên xwe yên Hewlêrê de îro saet di 12.00'an de bi Serokê PDK'ê Mesut Barzanî re bên gel hev. Heyet dê îro saet 17.00'an de li Otela Çarçira bi heyetên PDK, YNK, Goran, Yekgirtuyî Îslamî, Kemeleya Îslamî û bi partiyên siyasî yên li herêmê re bên gel hev.
Nûnera HDP'ê ya Hewlêrê Şîlan Emînoglu, diyar kir ku heyet dixwaze bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinan pêk bîne lê ji ber demê wan kine nikarin yek bi yek bi partiyan re rûnin ji ber wê dê bi resepsiyona ku li Otela Çarçira bidin re bên gel hev.
Heyet dê saet di 19.00'an de li Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê bi karkerên ku ji Bakurê Kurdistanê hatine û kesên mecbûr mane koç bikin re bên gel hev û hevdîtinên xwe yên roja yekem bi vî awayî bi dawî bikin.
Heyet dê roja dûyemîn saet di 10.30'an de bi rêveberêb PDK'ê re hevdîtinekê pêk bîne. Heyet piştre saet di 12.00'an de bi Neçîrvan Barzanî re bên gel hev. Heyet, saet di 15.30'an de jî bi partiya Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê, saet di 17.00'an de Komeleya Îslamî re b3en gel hev û hevdîtinên xwe yên Hewlêrê bi dawî bike.
Hevdîtinên heyetê yên li Silêmaniyê
Heyet dê du rojan li Silêmaniyê bi Tevgerên YNK û Goran re û gelek kesên din re hevdîtinan pêk bînin. Lê hat ragihandin ku hêjî programa heyetê ya li Silêmaniyê zelal ne bûye. Her wiha tê payîn ku heyet bi Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm û gelek siyasetmedar û kesên navdar re hevdîtinan pêk bîne.
Der barê armanca heyeta HDP'ê de Nûnera HDP'ê ya Hewlêrê Şîlan Emînoglu ji ajansa Rojnews'ê re axivî û diyar kir ku di hevdîtinên heyetê de dê pêvajoya ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn bê nîqaşkirin. Emînoglu, anî ziman ku di şerê ku li herêmê tê jiyîn de hêza herî li pêş kurdin, hemû cîhan ji vî şerî sûdê werdigirin lê ji ber kurdan di nava xwe de yeketiyek ava nekiriye tenê kurd nikarin ji vî şerî sûd bigirin. Emînoglu, bi lêv kir ku armanca van hevdîtinan ewe ku têkiliyên di navbera aliyên kurd de bên pêşxistin û yekitiyek ava kirine.
(mb)