Mutlu: Di hedefa qeyûman de pergala hevserokatiyê heye
MERSÎN (DÎHA) - Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û diyar kir ku di hedefa qeyûman de pergala hevserokatiyê heye.
Hikûmeta AKP'ê di 11'ê Îlonê de bi derxistina biryara KHK'ê ji 28 şaredariyên ku 24 ji wan DBP'î ne re qeyûm tayîn kir. Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û diyar kir ku tayînkirina qeyûman tê wateya ku vîna gel nayê naskirin. Mutlu, anî ziman ku li hemberî qeyûman gel dê xwedî li şaredariyên xwe derkevin û di hedefa qeyûman de pergala hevserokatiyê heye.
Mutlu, da zanîn ku ji roja şaredariyên DBP'î pergala hevserokatiyê îlan kiriye heta niha di hedefa APK'ê de ye û wiha got: "Ev nêzîkatiya AKP'ê ya 14 sal in, bi êrîşên li hemberî jinan û tevgerên wî yên li hemberî jinan derdixîne holê. Polîtîkaya AKP'ê jinan hepsî malê dike. Îktidar naxwaze jin tevlî siyasetê bibin. Ev polîtîkayên ku jinan ji siyasetê dûr bixin û ji nedîtî ve têne."
Mutlu, bi lêv kir ku ji bo di her qadê de wekheviya jin û mêr hebe ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha pêde çû: "Em ê destûr nedin ku qeyûm bê tayînkirin. Gelê me dê xwedî li hilbijêrên xwe derkeve. Em ê şaredariyên ku me bi kedek mezin bidestxistine hêsanî nedin. Em ê şaredariyên xwe terkne kin."
Endama Meclîsa Şaredariya Akdenîzê Sebahat Gençtarîh Cebe diyar kir ku êrîşên li hemberî şaredariyan êrîşên li hemberî pergala hevserokatiyê ye û wiha domand: "Dixwazin vîna jinê ji holê rakin. Di şaredariyên me de kesek ji ber nelirêtî yan jî bertîlê ne hatiye dûrxistin. Em li hember qeyûm û waliyên ku wekî qeyûm tên tayîn kirinin."
Endama Meclîsa Şaredariya Akdenîzê Ulfiye Ozcan jî da zanîn ku tayînkirina qeyûman tê wateya xesp kirina vîna gel û wiha axivî: "Di heman demê de qeyûm dê wateya nenaskirina vîna jinan. Dixwazin qadên ku jinan bi dest xistine ji holê rakin. "
(mb)