Li hemberî binpêkirinan 'Koma Şopandinê' hat avakirin
STENBOL (DÎHA) - Bijîşkên Odeya Tabîban a Stenbolê, ji bo binpêkirinên mafan ên li hemberî bijîşkan bişopînin, bikin rapor û aşkera bikin Koma Şopamdina Bijîşkan ava kirin.
Piştî OHAL hat îlankirin, ji ber pirsgirêkên ku bijîşk dijîn û binpêkirinên mafan ên di tendirûstiyê de Odeya Tabîbên Stenbolê avakirina Koma Çavdêriya Bijîşkan li avahiya xwe bi daxuyaniyekê ragihandin. Di civînê de Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban ê Stenbolê Samet Menguç, Endama Lijneya Odeya Tabîban ê Stenbolê Dr. Încilay Erdogan û Endama Lijneya Bijîşkên Çavdêr Dr. Suheyla Agkoç amade bûn.
Di civînê de Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban ê Stenbolê Samet Menguç, axivî û diyar kir ku di dema OHAL'ê de yek qadên herî zêde rastî zextan tê qada tendirûstiyêye. Menguç, anî ziman ku ji ber wê ji bo binpêkirinên mafan ên di qada tendirûstiyê de bên şopandin, nîqaşkirin û bi raya giştî re bê parvekirin wan heyetek çavdêr ava kirine û ew ê destûr nedin mafên wan bên binpêkirin.
Endama Lijneya Odeya Tabîban ê Stenbolê Dr. Încilay Erdogan, anî ziman ku bi pêvajoya OHAL'e re di her firsendê de mafê mirovan tê binpêkirin û wiha got: "Em ê bi heyeta ku me ava kiriye têkoşîna xwe ya li hemberî binpêkirinên mafan bidomînin."
Piştî axaftinan daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Endama Lijneya Bijîşkên Çavdêr Dr. Suheyla Agkoç ve hat xwendin. Agkoç, diyar kir ku di dema OHAL'ê de binpêkirinên mafan ên li hemberî maf û azadiya kesan, binçavkirin, girtin û îşkence zêde bûye û wiha pêde çû: "Tedaviya kesên di binçavan û girtîgehan de ne li gorî exlaqê tibê û Protokola Stenbolê tê kirin. Zextên ku bi pêvajoya OHAL û bi Biryarnameya Hukmê Qanûnî hatin avakirin, pêvajoya deq kirina kedkaran bi xwe re anî. Bi van pêkanînan kedkar tên sûçdarkirin û tê xwestin ku pêvajoya tirs û îtaatê bidin destpêkirin."
Agkoç, bi lêv kir ku OHAL'a ji 15'ê Tîrmehê ve li welat tê jiyîn, li ser qada tendirûstiyê bandorek nebaş dike, ji bo binpêkirinên mafan ên bijîşkan bên şopandin, nîqaşkirin û bi raya giştî re bê parvekirin wan Koma Şopamdina Bijîşkan ava kirine.
Agkoç, da xuyakirin ku ew ê destûr nedin binpêkirinan û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de dê ligel hempîşeyên me xetek a telefonê ku 24 saetan vekirîbe hebe û em ê binpêkirinên mafan bişopînin."
(mb)