Keda jinê dê li xana jinê bê pêşandan
WAN (DÎHA) –Jinên ku di bin baneya Kooperatifa Keda Jinê ya Şaredariya Elbakê de kom bûn, dê hilberîn û berhemên keda xwe bi destê xwe li Xana Jinê bazar bikin û bifiroşin.
Şaredariya Elbakê ya Wanê bi boneya keda jinê neyê xwarin û berhem û hilberîna wê bê dîtin û cihê xwe bibîne Kooperatifa Keda Jinê ava kir. Piştî kooperatif hat avakirin û jinan dest bi hilberîn û afirîneriyê kir, ji bo ked û berhemên jinê bê dîtin û pêşandan, Xana Jinê vekir. Jinên di bin baneyê koopetifê de kom dibin, bi hevre kedekê didin û bi hevre hilberîna huner û afirandina amûran dikin. Jin bi maşîneyên kar hilberinê dikin û debara xwe dikin.
Têkildarî xebatê Seroka Kooperatifa Keda Jinê ya Şaredariya Elbakê Gamze Daş, diyar kir ku armanca sereke ya kooperatifê jin di nava aboriyê de cihê xwe bibînin û bibin xwedî vîn.
Daş, anî ziman ku dema kooperatif yekem car hat vekirin bi 3 jinan dest bi kar kirin û piştî ked û hilberina wan hat dîtin êdî bala jinan kişand û serlêdan zêde bûn û wiha got: "Niha 11 jin li vir bi hevre dixebitin û hilberînê dikin. Di vê kooperatifê de karê destan, dirûn, fesalî, kursên kuaforê û gelek hunerê destan tên kirin. Di vê kargehê de jin berhemên wekî gorê, kazak, hirka, patik, lûfik, cilên gelêrî, didirûn. Li kargeriya din jî jin kuaforuyê dikin. Em dixwazin jin bibin xwedî debar û di qada aboriyê de bibin xwedî vîn û înîsiyatif."
Jin dê berhemên xwe li Xana xwe bidin pêşandan
Daş, destnîşan kir ku jin li vê kargeriyê bi xwe di afirînin û bi keda xwe hilberînê dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Jin dê berhemên ku li vê kooperatifê çêkirin bi destê xwe li xana xwe bazar bikin û bifiroşin. Jin vî karî bi aweyekî pispor û hezkirin dikin. Bi kedek mezin û hezkirinek mezin dikin. Hem debara xwe dikin û hem jî di afirînin. Em dixwazin jin di her qadê de bibin xwedî vîn, înîsiyatif û bi afirîne. Em dixwazin keda wê hunera wê û berhemên wê bê dîtin. Em dixwazin jin di her qadê jiyanê de bên dîtin. Em bawer dikin ku em dê encamên xurt ji vê xabatê bigirin."
(mae)