DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Parlamenterê CHP'ê Çam: Qeyûm li dijî iradeya gel darbe ye

 
19 Îlon
09:01 2016

ÎZMÎR (DÎHA) – Parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê Musa Çam têkîldarî tayînkirina qeyûman diyar kir ku di dema darbeya 12'ê Îlonê ya 1980'an da jî qeyûm nehatine tayînkirin û şaredarên bi dengê gel ji peywirê durxistin li dijî îradeya gel darbe ye. Çam bang li gelên Tirkiyeyê jî kir xwest xwedî li şaredarên ji peywir hatine durxistin derkevin.

Piştî ku Wezareta Karên hundir 24 jê şaredariyên DBP'ê qeyûm tayînî li 28 şaredariyan kir, qayûmên hatin tayînkirin bi polîsan re bi ser şaredariyan de girtin û rêveberî bi dest xistin. Li hemberî vê pêkanîna îxtidara AKP'ê nerazîbûn zêdetir dibin. Parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê Musa Çam li hemberî tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşan da. Çam bi bîr xist ku di meha tebaxê de li meclîsê û Komîsyona Butçe û Plansaziyê, Qanûna Torbeyê ya ku di nav de statuya bajar dayîna Cizîr û Geverê, li şûna wan jî Şirnex û Colemêrg ji statuya bajar derxistinê û tayînkirina qeyûman li şaredariyan û desteserkirina hebûnên wan hatibû nîqaşkirin û diyar kir ku li ser îtirasa partiyên muxalefetê ev made ji Qanûna Torbeyê hatine derxistin. Çam anî ziman ku tiştên ku bi Qanûna Torbe nehat kirin bi Panûna OHAL'ê ve tê kirin û ev yek wekî fersend tê dîtin. Çam wiha got: "Şaredarên ku bi dengên gel hatine hilbijartin li şûna wan bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de tayînkirina qeyûman bi demokrasiyê ve nikare bê pênasekirin."

'Di darbeya 12'ê Îlonê de qeyûm tunebû'

Çam ê ku nirxandina "Em OHAL'ê dijîn lê di dema darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê îlonê de bi vî rengî ji kar durxistin û tayînkirina qeyûman tunebû" kir wiha berdewam kir: "AKP'ê ev yek kir wekî fersendekî. Çiqas şaredarên ku îtiatî wan nekir ên muxalîf, perwerdekar, akademîsyen, rojnamger siyasetmedar hene dixwazin wan tune bikin. Em qeyûman bi tundî şermezar dikin. Em ê têkîldarî vê serî li Dadgeha Qanûna Esasî bidin. Ji bo ku gelek KHK ên ku bi OHAL'ê hatine girtin bên betalkirin çi ji destên me bê em ê bikin."

'Qeyûm li dijî îradeya gel darbe ye'

Çam da zanîn ku ji peywirgirtina şaredarên bi dengên gel hatine hilbijratin li dijî îradeya gel darbe ye û ji peywirgirtina şaredaran bi fermana Wezîrê Karên Hundir nayê qebûlkirin. Çam got ku li şûna şaredaran tayînkirina alîkarên waliyan, qeymeyam an jî memûrekî dewletê nerast e û wiha berdewam kir: "Li şûna şaredarên ku ji kar tên durxistin divê endamên meclîsa şaredariyan bicivin û di nava xwe de şaredar hilbijêrin. Lê ji bo vê yekê jî fersend nayê dayîn."

'Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin'

Çam ê ku daxuyaniyên hikûmetê yên ji bo tayînkirina qeyûmên nû jî wiha got: "Wê demê bila biryarnameye wiha derxînin; dê ji niha û pêve hilbijartinên giştî jî yên herêmî jî neyên kirin. Êdî pêwîstî bi hilbijartinan tuneye. Ji niha û pêve Tayyîp Erdogan û derûdorên wî dê tayînan bikin. Bi vî rengî bila encam derkeve holê. Ev tiştekî ku bê qebûlkirin nîne. Em ê li dijî vî pêkanînan AKP'ê ya nedemokratîk têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin."

'Bila gel xwedî li şaredarên xwe derkevin'

Çam ê pirsa "Piştî tayînkirina qeyûman gelo dibe ku ferzkirina sîstema serokatiyê çêbibe" jî wiha bersivand: "Serokomar Tayyîp Erdogan niha bi awayekî fîlî sîstema serokatiyê pêk tîne. Sîstema serokatiyê ya ji vir derkeve em ê tu caran qebûl nekin." Çam têkîldarî qeyûmên ku hatin tayînkirin bang li gelên Tirkiyeyê kir û wiha got: "Divê bi taybetî xwedî li şaredarên ji peywir hatine durxistin, demokrasî, mafê hilbijartin û bijartinê dermevin. Heke xwedî li mafên xwe dernekevin ev yek dê feraseta padişah bi xwe re bîne."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN