DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Akel: Têkoşîna jinê dê qeyûmê têk bibe

 
18 Îlon
13:00 2016

ÊLIH (DÎHA) - Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, desteserkirina şaredariya Êlihê şermezar kir û wiha got: "Qeyûm li hemberî pergala hevserokatiyê derbeye. Li hemberî qeyûmê têkoşîna jinê dê biserbikeve."

Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel der barê polîtîkaya hikumeta AKP'ê biryarên KHK'ê yên desteserkirina şaredariyên DBP’ê axivî. Akel anî ziman ku piştî ji peywîr girtina wan ew bûn hedefa dewletê û wiha got: "Hevî û bendewariya AKP’ê ya sereke desteserkirina şaredariyan bû." Akel destnîşan kir ku 11'ê îlonê roja desteserkirina şaredariyan dê wekî derbeyê derbasî dîroka Tirkiyê bibe û wiha axivî: "Em xwe bi xwe, bi zimanê xwe, çanda xwe pênase dikin. Lê hişmendiya dewletê ya li hemberî kurdan nayê guhertin. Desteserkirina şaredariyan jî ev hişmendî carek din aşkere kiriye. Lê gelê kurd dê êrîşên li hemberî vîna xwe bişkîne. AKP bi van polîtîkayan dawiya xwe tîne.”

'Şaredarî kirin qereqol'

Akel diyar kir ku piştî desteserkirinê avahiya şaredariya Êlihê ji aliyê polîsan ve veguherandin qereqolê û axaftina xwe wiha domand: "Avahiyên şaredariyan hatine dagirkirin. Şaredariya ku bi dehan wesayît hatibe dorpêç kirin û polîs di hûndir de bin, ev qereqol e. Avahiya gel veguherandin qereqolê. Ev jî polîtîkayên koçberkirina gel e."

'Bi qeyûmê pergala hevserakatiyê hedef girtin’

Akel anî ziman ku desteserkirina şaredariyên DBP’ê wek amûra şer nirxand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qeyûm encama hişmendiya zilamê serdest e. Bi qeyûmê pergala hevserokatiyê an go hevşaredariyê hedef hat girtin. Hişmendiya zilam an go hişmendiya desthilardariya îro şaredariyan dagir kiriye. Ji ber vê yekê qeyûm derbeya li hemberî jinê ye. Jin qeyûmê qebûl nakin. Li hemberî van polîtîkayan jin dê têbikoşin. Herî dawî jî dê têkoşîna jinê biserbikeve. Dive jin xwedî li vîna xwe derbikevin."

(dt-ozp/bg/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN