Di binçavan de pirsa 'hûn Mehmet Tunç nas dikin'
ŞIRNEX (DÎHA)- Polîsan ji Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Alî Akdenîz ê ku di 11'ê îlonê hatibû binçavkirin pirsa "hûn Mehmet Tunç nas dikin" kirine.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 11'ê îlonê de bi tayînkirina qeyûman ve bi awayeke hemwext 4 siyasetmedarên kurd jî hatibûn binçavkirin û piştî 4 rojan hatin berdan. Alî Akdenîz ê ku yek ji kesên hatibû binçavkirin bû diyar kir ku têkîldari binçavkirina wan tu delîl tunebû û wiha got: "Em ji vê yekê jî fêm dikin ku tekana armanca wan tirsandin, çewisandin û şikandina îradeya me ye. Dixwazin îradeya gelê me desteser bikin. Qeyûmên ku hatin tayînkirin, binçavkirina hevserokên partiyan ên ku hatine hilbijartin tê wateya xitimandina riyên demokratîk."
Akdenîz bilêv kir ku li midûriyeta polîsan pirsa ku Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê ku dema berxwedana xwerêveberiyan ku hate qetilkirin û bi gotina xwe ya "Em ê çog daneynin, bi me serbilind bin" di hefizeyan de ma nasdike ya na ji wî kirine.
(sa)