DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Encu: Peyama Ocalan fersend e

 
16 Îlon
09:16 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Parlamenterê HDP'ê û çalakvanê gireva birçîbûna ya ji bo Ocalan, Ferhat Encu, peyama Rêberê PKK'ê Ocalan a bi riya birayê xwe Mehmet Ocalan şand nirxand û got ku divê AKP encamekê ji vê derxe û dev ji şîdetê berde, peyam fersendek e.

Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu yê yek ji çalakvanê greva birçîbûnê ya ku li Amedê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bû derbarê hevdîtina 11'ê îlonê bi Ocalan re pêk hatî axivî û got ku ev hevdîtin ji bo pêşiya şer bê girtin fersendek e. Encu diyar kir ku di encama berxwedana wan ya gireva birçîbûnê û gelê kurd dewletê gav paşde avêtiyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dewletê ev nêzî 2 sal bû li hember Birêz Ocalan hiqûqa xwe binpê dikir. Piştî ku gelê kurd li hember vê yekê derket hevdîtin pêk hat."

'Divê dewlet encamekê ji peyama Ocalan derxe'

Encu gotinên Ocalan ên weke, "Em dikarin vê pirsgirêkê di 6 mehan de çareser bikin" bi bîr xist û axafina xwe wiha domand: "Em peyama Ocalan gelek girîng dibînin. Ocalan di peyama xwe de gotibû em dikarin vê pirsgirêkê di 6 mehan de çareser bikin. Divê dewlet encamekê ji vê peyamê derxe û dev ji vê pêvajoya êrîşên dijwar berde."

'Ger dewlet bixwaze ji kaosê derkeve divê nirx bide gotinên Ocalan'

Encu got ku ger dewlet gavekê biavêje dê rêya aştiyek civakî vebe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "AKP'ê di 2 salên dawî de bi her awayî êrîş bi ser gelê kurd de pêk anîn. Ger Dewlet bixwaze ji vê rewşa kaosê derkeve divê xwedî li gotinên Ocalan derkeve û qiymetê bidê. Ji bo vê jî divê heyetek din a siyasî rêke cem Ocalan û vê devdîtinê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve bike."

'Çareserî gelê me ye'

Encu herî dawî bi lêv kir ku encax berxwedana gel dikare ji bo çareseriyê bibe bersivek û wiha dawî da axaftina xwe: "Dewlet ji bo riya dîyalogê tu nîşaneyan nade. AKP û Erdogan desthilatdariya xwe bi şer saz dikin û baweriya min pê tuneye ku AKP û Erdogan ji bo pirsgirêka kurd bibin bersiv. Ji bo çareseriyê hewceyî bi berxwedanek topyekun heye. Çareserî em û gelê me ne. Ger em û gelê me berxwedanek mezin bidin dê wê demê çareserî jî pêk bê."

(kom/no/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN