DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Em rojek jiyana Cizîrê nadin 100 salên jiyana Enqerê'

 
16 Îlon
09:15 2016

ENQERE (DÎHA) - Welatiyê bi navê Elîxan Yavuz der barê koçberbûyîna xwe ya di dema topbarankirin, hilweşandin û komkujiyên ku hêzên dewletê li hemberî Cizîrê pêk anîn de axivî û diyar kir ew rojek jiyana Cizîrê nadin 100 salên jiyana Enqereyê û got "Daxwaza min ew e ez di demek nêz de vegerim ser axa xwe ya pîroz."

Kurdistaniyên ji ber zilma dewletê kuçî metrepolan kirin, li wan deran jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Ji hezaran welatiyan yek jî Elîxan Yavuz e. Yavuz got ku wan di meha Sibatê de ji Cizîrê koçî Enqereyê kirine û wiha axivî: "Hêzên dewletê bi tang, top û çekên giran êrîşî Cizîrê dikirin. Rojekî em rabûn û dengê çekên giran li nêzî mala me dihat. Dema ku min mêze kir bombeyek avêtin û ket mala me û neteqiya. Vê demê min biryar da û min got ger em li Cizîrê dernekevin dewlet dê me hemûyan qetil bike. Meha Sibatê em li Cizîrê derketin û hatin Enqerê."

Yavuz da zanîn sedema derketina wan ya herî sereke nexweşiya bav û dayika wî bû û ji ber wê ew neçar man ji Cizîrê derkevin. Yavuz aşkera kir ku dema ew hatin Enqereyê bav û dayika wî mehekê li nexweşxaneyê man û da zanîn ew 11 kesin û tu karê ku li Enqerê bikin jî tune ye, pêkanînê dewletê wekî zilim pênase kir.

'Têkiliyên kurdistaniyan cuda ne'

Yavuz destnîşan kir ku ew rojek jiyana li Cizîrê nadin 100 salên jiyana li Enqereyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Axa me axekî pîroz e. Di navbera jiyana Kurdistanê û li vir de gelek cudahiyên civakî hene. Daxwaza min ew e ez di demek nêz de vegerim ser axa xwe ya pîroz."

'Her kes bi axa xwe mirov e'

Yavuz bi lêv kir ku ew li Enqereyê nikarin jiyana xwe berdewam bikin û ev tişt got: "Ji ber ku em 11 kesin em nikarin di aliyê aborî de jiyana xwe li vir berdewam bikin. Zarokên min diçin dibistanê û em 3 kes jî nexweşên giran in. Em di nav zor û zehmetiyan de dijîn. Em tenê dikarin li ser axa xwe ya şirîn bi dilekî xweş bijîn. Her mirov ji axa xwe mirov e."

'Axa Kurdistanê pîroz e'

Yavuz banga xwedî derketina bajarên Kurdistanê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Axa Kurdistanê axekî gelek pîroz e. Divê em hemû bi hev re xwedî li axa xwe ya pîroz derkevin. Jiyana bajarên biyanî tu caran şûna axa mirov nagire."

(fd/ms)









ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN