Îmret: Bi hilbijartinan nikarin bigirin bi zorê desteser dikin
ŞIRNEX (DÎHA) - Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a ku di 11'ê îlonê de hatibû binçavkirin û piştre serbest hat berdan got ku dewlet dixwaze şaredariyên bi riya hilbijartina bi dest nexistin bi zorî desteser bike.
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, Hevserokê HDP'ê ya Cizîrê Alî Akdenîz, Endamê PM'ê ya DBP'ê Yûnûs Dûrdû û Endamê DBP'ê Bîlal Aydin di 11'ê îlonê de bi hinceta, 'endamên rêxistinê ne' hatibûn binçavkirin û piştî 4 rojan serbest hatibûn berdan.
Îmret derbarê binçavkirina xwe de got ku pêkanînên tên kirin salên 90'î derbas kirine û wiha axivî: "Ez di 11'ê îlona 2015'an ji peywirê hatim dûrxistin û di 11'ê îlona 2016'an hatim binçavkirin. Em di pêvajoyek ku ji salên 90’î xirabtir in re derbas dibin. Ez hêvîdar im ku ev pêkanînên dij hiquqî werin rawestandin."
Îmret diyar kir ku wê di salên 90'î de ji ber zordariya dewletê koçî Ewropyê kiriye, piştî ku dest bi peywira şaredariyê kiriye her tim bûye hedefa çapemeniya hewzê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Piştî di salên 90’î de bavê min ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin, me koçî Ewropayê kir. Di 2014 an jî em vegeriyan welat û min xwest ez li ser xaka bav û kalên xwe xizmeta gelê xwe bikim. Di heman salê de min dest bi peywîra hevşaredariyê kir. Ji ber hevpeyvînek min çapameniya hewizê ez kirim hedef û di 11'ê îlona 2015'an ez ji peywirê hatim wergirtin. Bi van pêkanînan dixwazin vîna me bişkînin lê ev yek ne pêkan e."
‘Dixwazin bi zorê şaredariyên me desteser bikin'
Îmret bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên derbarê desteserkirina şaredariyan de û wiha pêde çû: “Dewlet dixwaze şaredariyên ku bi riya hilbijartinê negirtine bi zorê desteser bike. Tiştên ku derbarê me de dibêjin hemû xeyalî ne. Ji ber ku heya niha bi mufetîşan jî nekarîne tiştek îspat bikin. Tenê sûcek yê me heye ew jî xizmetkirina gel e. Desteserkirina şaredariyan û qeyûm rêbazek dij hiqûqî ye."
Îradeya me ji her carê xurtir e’
Hevserokê HDP’a Cizîrê Alî Akdenîz ku ew jî hatibû binçavkirin û piştre serbest hat berdan anî ziman ku armanca dewletê tirsandina gel û pêşengên gel e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Piştî ku dest danîn ser şaredariyan, vê carê dest bi girtin û binçavkirina kesên pêşengiyê ji gel re dikin kirin. Em jî ji ber vê yekê xistin bin çavan.”
'Gelê me dê xwedî li dengên xwe û şaredariyên xwe derkeve"
Akdenîz derbarê bicihkirina kayyuman de jî got ku wekî hercarî wê gelê kurd li îradeya xwe xwedî derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha îradeya me û gelê me ji her carê xurtir e û em ê hertim xwedî li îradeya xwe derkevin. Gelê me tu carî ji dewletê netirsiyaye û wê li şaredarî û dengên xwe xwedî derkeve.”
(kom/no/ sa)