DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Tenê ew ji Cizîrê kêm bû!

 
16 Îlon
09:13 2016

ŞIRNAK (DÎHA) - Hikûmeta AKP'ê ku navçeya Cizîrê serobino kir niha jî dixwaze TURGEV û Ocaxên Osmanî veke.

Hikûmeta AKP'ê ya ku li Kurdistanê piştî êrîşên qirkirinê, şaredarên ku bi îradeya gel hatin hilbijartin ji kar girt niha jî ji bo ku li Kurdistanê xwe bi temamî bi cih bike saziyên nû dixwaze ava bike. Beriya çend rojên ku qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê bê kirin Weqfa Xizmeta Perwerdehiyê û Ciwanên Tirkiyeyê (TURGEV) a navê wî bi nerilêtiyan ve hate rojevê û aydî kurê Serokomar Tayyîp Erdogan, Bîlal Erdogan e li Cizîrê şax vekir.

Piştî ku TURGEV hat vekirin niha jî li Cizîrê Ocaxên Osmanî yê ku girêdayê Sedak Peker ê mafya ye û qontrayên AKP'ê ji wir gihîjin, her wiha berpirsyariya rêxistinkirinê jî rasterast girêdayî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ye tê gotin ku dê bê vekirin.

Li Cizîrê vekirina TURGEV û Ocaxên Osmanî ya ji aliyê AKP'ê ve wekî hewldana AKP'ê ya li Kurdistanê xwe mayînde bike tê nirxandin lê ligelv ê hewldanê jî tê gotin ku ev gav jî d3e encamê negire.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN