Mamosteyên kurd şandin niha hevserên leşekeran tên!
AMED (DÎHA) - Li şûna kedmarên perwerdehiyê yên ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hatin tasfiyekirin tê gotin ku dê mamosteyên bi peyman bên girtin, heta niha serlêdanên hevserên leşker û polîsan balê dikişîne.
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) de ya ku AKP'ê derxistin di 8'ê îlonê de 9 hezar û 843 endamên Egîtîm Sen'ê bi tevahî 11 hezar û 301 mamoste ji kar hatin durxistin. Piştî tasfiyekirina mamosyenên endamên Egîtîm Sen'ê Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî îsmet Yilmaz daxuyand ku dê 15 hezar mamosteyên bi peyman dê di 10'ê cotmehê de bên tayînkirin, beriya meha sibatê jî dê tayînên nû çêbibin, li ser van daxuyaniyan serlêdanên ji bo Midûriyetên Perwerdehiyê yên Amed û navçeyan dest pê kir.
Hevserên leşker û polîsan serlêdan dikin
Hate hînbûn ku li Amedê dê 5 hezar mamoste bên tayînkirin û serlêdanên ku destpê kirin de heta niha zêdetirî 11 hezar kesan serî li midûriyetan dan. Ji serlêdanên ku hatine kirin de ji sedî 70 hevserên leşker û polîsan ên ku zanîngeh qedandine lê li ciheke naxebitin in. Bi taybetî jî li naçeya Sûrê ji 80'î zêdetir hevserên leşker û polîsan serlêdan hatine kirin. Hevserên leşker û polîsan ên ku serlêdan kirine piraniya wan fakulteyên îlahiyatê qedandine. Yên din jî fatulteyên perwerdehiyê qedandine. Hate hînbûn ku di tayînên mamosteyan de ewilî hevserên leşker û polîsan bên nirxandin.
Wezîr Yilmaz daxuyandibû ku tayîn dê bêhtir bi "mulaqat û azmûnên devkî" bên kirin. Wekî salên borî gumanên ku dê hevserên leşker û polîsan wekî "peywira welat" dê mamoste bên tayînkirin zêdetir bûne.
(sa)