Li pey xwe dîwarên terkbûyî û sozên nehatin girtin hiştin
ERZIROM (DÎHA) - Li gundê Koça ya Qereçobanê berî 7 salan ocaxa keviran hat çêkirin û piştî 4 salan hat xebitandin hat girtin, li pey xwe dîwarî terkbûyî, xirabe û sozên hatibûn dayîn hişt.
Şirketên ji hêla hikûmeta AKP'ê ve li bajarên Kurdistanê tên avakirin, piştî demekî didin xebitandin destkeftiyên ku bi dest dixin, li pey xwe talaneke ekolojîk dihêlin. Ji van cihekî hatiye talankirin jî ocaxa kevir a li gondê Koça ya navçeya Qereçobana Erziromê ye. Berî 7 salan hatiye çêkirin û ji hêla Şirketa Anonîn a BÎLÇAG'ê ve 4 salan hatiye xebitandin, piştre hatiye rawestandin. Toz û gemara ku ji hêrêmê radibe herêmê dide ber xwe. Dîsa ji ber teqandina dînamîtan di malan de terkên pêk hatine hêj dimînin.
Welatiyê bi navê Husamettîn Kaya da zanîn ocaxê ji derveyî zerarê tu feydeya xwe ji bo gund neaniye, herêm ji hêla xwediyê şirketê ve hatiye talankirin. Kaya diyar kir ku piştî karên xwe kirin, ji herêmê çûne, li pey fabrîqeyê rûxandin hiştine û ev tişt got: "Hemû qirêjiyên xwe li vir hiştin."
Kaya got "Erdên çandiniyê bi tunebûnê re rû bi rû ye" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber teqandina dînamîtan gemareke zêde li qadê belav bû, ji ber vê jî sewalkariyê zerar dît. Dîsa ji ber teqînan malên xesar nedîtine tune ne. 4 salan kesî çandinî nekir."
Recep Koçak jî destnîşan kir ku ji ber teqînan di mala wî de cihê xesar nedîtibe nema ye û bal kişand ser talana li dijî xwezayê. Koçak qelîştekên di mala xwe de mînak da nîşan û piştrast kir ku ji ber têkiliyên di navbera dewlet û şirketan de gel zerarê dibîne.
(ms)