DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji malbata Ataş li hemberî wezaretê nerazîbûn: Em Eylemê dixwazin

 
16 Îlon
09:05 2016

EDENE (DÎHA) - Bavê Eylem Ataş a ku cenazeyê wê 81 roj in li sînor tê rawestandin, Mehmet Ataş li hemberî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a "li aliyê din muxatabê me tuneye, derî girtî ye" nerazîbûn nîşan da wiha got: "Ez dixwazim wê bigihînim axa ku jê dayik bûye."

Cenazeyê Eylem Ataş (Cemre Heval) a di refên Hêzên Azadiyê yê Yekgirtî (BOG) ku li Minbicê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir û jiyana xwe ji dest da 81 roj in li sînor tê rawestandin. Herî dawî Wezareta Karên Hundir bersiva "li aliyê din muxatabê me tuneye, deriyê me girtî ye" da malbatê. Malbatê li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da. Bavê Ataş, Mehmet Ataş diyar kir ku di 9'ê tîrmehê de serî li Wezareta Karên Hundir dane û di 11'ê îlonê bersiv hatiye dayîn û daxwaza wan hatiye redkirin. Ataş got ku şerê li Sûriyeyê û muxatab nedîtin wekî hincet hatiye nîşandan.

'Ez dixwazim wê bigihînim axa ku jê dayik bûye'

Ataş diyar kir ku ji bo cenazeyê keça xwe werbigire heta niha serî li gelek cihan daye lê ligel vê yekê vê encam negirtine heta ku encamê bigirin en ê hem di aliyê hiqûqî hem jî di aliyê mirovî de têkoşîna xwe bidomînin. Ataş wiha got: "Heta ku ez canezeyê keça xwe bînim ez ê têbikoşim. Ez dixwazim wê bigihînim axa ku jê dayik bûye."

'Em Eylem Ataş dixwazin'

Ataş bilêv kir ku nedayîna cenaze sûcekî mirovahiyê ye û divê ev sûcê mirovahiyê bi dawî bibe. Ataş destnîşan kir ku dema ku mijara gotinê cenazeyên çeteyên DAIŞ'ê be cenaze nayên astengkirin û tên dayîn. Ataş anî ziman ku ew ê serî li Dadgeha Qaqûna Esasî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin û herî dawî wiha got: "Ev têkoşîn dê bidome. Ji bo hemû cenaze bên dayîn ev têkoşîn dê bidome. Divê raya giştî bêhtir bihistiyar be. Em dixwazin piştgiriyê bidin me. Em Eylem Ataşê dixwazin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN