Cemre Heval a xeyala hemû kesan pêk anî bû!

ENQERE (DÎHA) - Cenazeyê Eylem Ataş a li Minbicê jiyana xwe ji dest da 81 roj in li morgeke Rojava li benda anîna li Tirkiyeyê ye. Hevala Ataş, Elisabetta Carcar a gotina "Ew Cemre Heval a xeyala hemû kesan pêk anî bû" bi kar anî got ku ew ê wasiyeta Ataş a li Çukurovayê definkirinê bi cih bînin.
Cenazeyê endama Hêzên Azadiyê yê Yekgirtî (BOG) Eylem Ataş a li Minbicê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ev 81 roj in ji ber ku Tirktiye asteng dike nikarin bînin Tirkiyeyê. Ji bo ku cenaze bînin hewldan didomin. Cenazeyê Ataş a li dijî rêxistinekî wekî DAIŞ'ê hov ji bo parastina mirovahiyê di parastina bajarekî bi kîlomereyan dur jiyana xwe ji dest da 81 roj in li morgekî Rojava li benda roja ku anîna Tirkiyeyê ye.
Hevala Ataş, Elisabetta Carcar a demeke dirêj li heman malê bi hevre man diyar kir ku ew ê wasiyeta Ataş a li Çukurovayê edfinkirinê çi dibe bila be bi cih bînin. Carcar wiha axivî: "Weke hevrêyên wê daxwaza wê ya dawî bi cih anîn deynê stûyê me ye. Bi rawestandina morgê îşkence tê kirin, îzaha îşkencekirina miriyekî tuneye. Ma bedena mirî ditirsin."
'Hevaleke ku te her tiştê xwe parve dikir bû'
Carcar a ku saleke li Ataş re li heman malê mane, dema ku têkoşîna şoreşgerî nas dike, Ataşê jî nas dike. Di 2013'an de nêzîkatiya di navbera Ataş û Carcarê veguhere hevaltiya malbatê. Carcar wiha got: "Hevaleke malê yê geleke baş bû. Jibilî şoregereke baş di heman demê de jineke girêdayî jiyanê bû. Hevaleke ku tu dekaribû her tiştê xwe parve bikî bû. Quralên wê yên hişk hebûn lê di heman demê de jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên hevalên xwe lêgerîna wê hebû."
Carcar a ku bîranînê xwe parve kir got ku Ataş gelek xwe xarinê hez dikir û bi kêfxweşiyeke mezin jî xwarin çêdikir û wiha berdewak kir: "Salçeya îsotan gelek hez dikir û hema ku ava balîcanan nediket malê. Li mala me firinekî xirabûyî hebû. Lê Eylemê çi dikir nedikir ew firin dida xebatandin ji bo hevalên xwe tiştek derdixist holê."
'Guhdarkirina muzîkê hez dikir'
Carcar diyar kir ku Eylemê bi kêfxweşî muzîk guhdar dikir dema sibehê hixyar dibû heta bi şev razê hema ku muzîk guhdar dikir û têkîldarî mijarê jî ev parve kir: "Bi taybetî jî staranên 'Sevda turkusu' 'Siyrilip Gelen' ên Grup Yorumê, staranên serkeftinê gleke hez dikir."
Her ku diçû civakî dibû
Hevaltiya wan a malê ji ber ku Ataşê têkoşîna xwe ya şoreşgerî di 2014'an de li Stenbolê meşand bi dawî bû lê tu caran têkîliyên xwe qut nekirin. Carcar der barê wan rojan de jî wiha got: "Ji ber ku çû Stenbolê me hevdu nedidît. Lê me Eylem li gelem bajarên wekî Artvîn, Cizîr û Sûrê didît. Li kû derê zilm hebe Eylem li wir bû. Li kû derê gelên bindest hebû Eylem li wir bû. An hin kes qanî dikir an jî li dijî polîsan li ber xwe dida, me wisa didît. Herî dawî derbasî qada şer bû. Dema ku ez li wêneyên Eylemê dinêrim, li kû derê be bila be Eylem a ku girîngiyê dide xwe me didît. Tenê cih guherîbû. Eylem hemah Elyem bû."
'Xwe fedayî hevalên xwe kir'
Carcar da zanîn ku Eylemê hemû tişt bi feraseta komunê pêk dianî û wiha berdewam kir: "Hema ku qet destur nenida em tenê bimînin. Dema ku li malê tiştek bihata kirin divê bi hevre bihata kirin. Ji ber vê yekê têkiliyên wê gelekî xurt bû. Heval her tim dihatin mala me, xwe em wekî malbata Eylemê bûn. Çi dikirî ji bo hevalên xwe jî dikirî. Bi taybetî jî gelek ji xişran hez dikir. Tiştên ku ji bo xwe dikîr ji bo hevalên xwe jî dikirî."
'Xeyalên xwe pêk anî'
Carcar der barê parvekirinên Ataş a dema ku çûbû Cizîrê de jî got ku zor û zehmetiyên wê derê û têkoşîna gelê kurd her tim vedigot û wiha axivî. "Dİwarên ku seranser hatine gulebarankirin, malên hatine xirakirin, mirovên ku pirsgirêka zad dijîn, ev tişt vedigot. Geleke ku bi salan bênavber têkoşîn meşand. Piştî ku Eylem çû wê derê gelek bi bandor bû, ez wisa difikirim. Ew Cemre Heval a ku xeyala hemû kesan pêk anî bû."
'Hevrêyên me xurt in'
Carcar bilêv kir ku Eylem ji bo li dijî DAIŞ'ê parastina mirovahiyê bike careke din cih guherandiye û çûye Rojava û wiha got: "Tenê ji bo hevalan xwe Eylem na bi milyonan mirovan ku serî danîne vî riyê hene. Dema em li dîroka şoreş û têkoşînan dinêrin gelek mirovên bi rûmet tevlî bû. Di me de bi wan mirovên xweşik gelek tişt hat guhertin. Dema ku min bihîst ez gelek xemgîn bûm, cara dawî me hevdu nedît û hembêz nekir. Lê hevrêya ma xurt e tu caran nebû jineke tirsonek. Her tim şerker û li pêşiya me bû. Ew jineke ku xwe fedayî gelê xwe kir bû."
Şerê xwe xurtir kir
Carcar anî ziman tu Eylemê di şerê mirovahiyê de ji bo ku jiyanê xweşiktir bike cih girtiye û wiha pêde çû. "Di wêneyeke de, cenazeyê hevaleke xwe yê li Dersimê şehît ket li herî pêş hilgirt li ser milê xwe, Kesê ku li ser milê xwe hilgirt yekî ku ji canê wê wêdetir bû. Piştî ku Eylemê ew cenaze hilgirt gelekî guherî. Şerê xwe xurtir kir."
'Em ê daxwaza wê ya dawî bi cih bînin'
Carcar bi van hestan bi bîr xist ku cenazeyê Ataş 81 roj in li morgeke hatiye rawestandin û got: "Di dawiya dawî şerê ku li wir tê meşandin, şerê mirovahiyê ye. Li ser axeke cuda têkoşîna ku pêbawer e meşand. Çi dibe bila be me çawa weke Azîz, Mahîr û Bedrettîn têkoşîn da em ê ji bo Eylemê jî çi ji destê me bê bikin. Ev wasiyeta Eylemê ye. Wê xwest li Çukurovayê bê definkirin. Weke hevrêyên wê daxwaza wê ya dawî bi cih anîn deynê stûyê me ye. Bi rawestandina morgê îşkence tê kirin, tu îzaha îşkenceya li cenazeyekî kirinê tuneye. Ma ji miriyeke ditirsin."
(sa)