DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

16 Îlon
09:00 2016

* Hêzên dewletê girê nava taxa Gazî kirin qereqol û roj bi roj tevgera wesayitên zirxî li taxê zêde dikin. Tevgera zêde ya leşkeran pirsa "Dewlet dixwaze li Gazî çi bike" tîne aqilan.

* Cenazeyê Eylem Ataş a li Minbicê jiyana xwe ji dest da 81 roj in li morgekî Rojava li benda anîna li Tirkiyeyê ye. Hevala Ataş, Elisabetta Carcar a gotina "Ew Cemre Heval a xeyala hemû kesan pêk anî bû" bi kar anî got ku ew ê wasiyeta Ataş a li Çukurovayê definkirinê bi cih bînin.

* Bavê Eylem Ataş a ku cenazeyê wê 81 roj in li sînor tê rawestandin, Mehmet Ataş li hemberî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a "li aliyê din muxatabê me tuneye, derî girtî ye" nerazîbûn nîşan da wiha got: "Ez dixwazim wê bigihînim axa ku jê dayik bûye."

* Mamosteyê Polê Abdulkadîr Ertekîn 37 salan mamostetî kir, di Derbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de bi şagirtê xwe re ji peywîrê hat girtin. Ertekîn niha bi şagirtê xwe re li dijî ji peywîr girtinê têkoşînê dide.

* Şervana YPJ'ê Bêrîvan Bartu (Hîra Solîn) di berxwedana bajarê Minbicê de jiyana xwe ji dest da, têkoşîna wê ya bi salan dabû meşandin emanet jinan re ma.

* Ekolojîst bal kişand ser qeyûma li dijî 28 şaredariyên ku hatiye tayînkirin, projeyên talanê yên di serdema AKP'ê de derketiye pêş û aşkera kirin ku têkoşîna li dijî qeyûmê, di heman demê de têkoşîna li dijî talana xwezayê ye.

* Li şûna kedmarên perwerdehiyê yên ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hatin tasfiyekirin tê gotin ku dê mamosteyên bi peyman bên girtin, heta niha serlêdanên hevserên leşker û polîsan balê dikişîne.

* Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a ku di 11'ê îlonê de hatibû binçavkirin û piştre serbest hat berdan got ku dewlet dixwaze şaredariyên bi riya hilbijartina bi dest nexistin bi zorî desteser bike.

* Hikûmeta AKP'ê ku navçeya Cizîrê serobino kir niha jî dixwaze TURGEV û Ocaxên Osmanî veke.

* Welatiyê bi navê Elîxan Yavuz der barê koçberbûyîna xwe ya di dema topbarankirin, hilweşandin û komkujiyên ku hêzên dewletê li hemberî Cizîrê pêk anîn de axivî û diyar kir ew rojek jiyana Cizîrê nadin 100 salên jiyana Enqereyê û got "Daxwaza min ew e ez di demek nêz de vegerim ser axa xwe ya pîroz."

* Parlamenterê HDP'ê û çalakvanê gireva birçîbûna ya ji bo Ocalan, Ferhat Encu, peyama Rêberê PKK'ê Ocalan a bi riya birayê xwe Mehmet Ocalan şand nirxand û got ku divê AKP encamekê ji vê derxe û dev ji şîdetê berde, peyam fersendek e.

* Îktîdara AKP'ê her çendi bêje zimanê kurdî serbest e jî, di serdema AKP'ê de kurdî gelek caran hatiye qedexekirin û rastî astengiyan hatiye. Herî dawî bi tayînkirina qeyûman a Şaredariyên DBP'ê tabelayên kurdî daxist û sekna li hemberî kurdî carek din aşkere kir.

Mustafa Kirmizideve di 85 saliya xwe de 40 sal e pîşeyê bavê xwe dewam dike, kilîm, eba û kurkên ku berê dişand Dîlok, Semsûr û Mereşê edî wekî berê balê nakişîne.

* Çalakiya rûniştinê ya li navçeya Qelqeliyê li dijî tayînkirina qeyûmê hatiye destpêkirin, li ber Şaredariya Qelqeliyê dê bidome. (12.00) BI DÎMEN E

* Çalakvanên di avahiya DBP'ê ya Colemêrgê di greva birçîbûnê de bûn duh hatibûn binçavkirin, dê geşedanên binçavkirinê bên şopandin.

* Di pêşengtiya Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) de li Park Ormanê ya navçeya Peyasê dê "Nimêja Sivîl a Înê" bê kirin. (12.00) BI DÎMEN E

* "Nobeta azadiyê" ya ji bo Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Ozgur Gundemê Zana Kaya û Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya, endamên Lijneya Şewirmendiya Weşanê Asli Erdogan û Necmiye Alpay a li ber Girtîgeha Bakirkoyê hatiye destpêkirin dê bidome. (16.00) BI DÎMEN E

JIN

* Jinên ku li dijî tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku ev li dijî îradeya jinan êrîş e û peyama "Tiştên ku diqewime darbeyeke sivîl e. Li hemberî vê darbeyê berxwedan deynê stûyê me ye" dan.

* Di bin banê Kooperatîfa Jinê ya Ekîn bi dirûşma 'Ji çandinê heta tovê' îsotên tên çandin û piştre tên berhevkirin, piştre dibe salçe û ji bo xarinê tê amade kirin, hem jî ji bo aboriyê dibe çavkaniya debarê.

EKOLOJÎ

* Yek jî ava herî girîng a Egeyê bêguman Çemê Bakirçay e, lê ji ber qirêjiyê gefan li jiyana zindiyan dixwe.

* Li gundê Koça ya Qereçobanê berî 7 salan ocaxa keviran hat çêkirin û piştî 4 salan hat xebitandin hat girtin, li pey xwe dîwarî terkbûyî, xirabe û sozên hatibûn dayîn hişt.



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN