DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hejmara leşker û cerdevanên mirî derket 10'an - HATE NÛKIRIN

 
16 Îlon
08:28 2016

AGIRÎ (DÎHA) - Gerîlayên HPG/YJA-Sterê li Çiyayê Tendûrekê li dijî noqteya cerdevan û leşkeran çalakî pêk anî, di çalakiya gerîlayan de yek cerdevanê berê, 7 cerdevanên nû û 2 leşker hat kuştin, 4 leşker û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Gerîlayên HPG/YJA-Sterê li Çiyayê Tendûrekê li dijî neqteya cerdevanên gundê Kuçebulakê ya li pêşbiniyê Çiyayê Tendûrekê ya nêzî navçeya Ebexa Wanê û navçeya Bazîda Agiriyê çalakî pêk anî. Li gorî agahiyan çalakî saet di 21.00'an de pêk hatiye û bi çekên giran hatiye li darxistin.

Ji qereqola nêzî şer jî bi topan demek dirêj hat bombekirin. Şerê demekî dewam kir rawestiya, hêzên dewletê bi piştgiriya hewayî operasyon dan destpê kirin.

Li gorî daxuyaniya ji hêla Walîtiya Agiriyê ve hat dayîn, di şerên dijwar de 7 cerdevan, çawûşekî pispor hatine kuştin. Dîsa 4 leşker 2 jî sivî birîndar bûne. Hat diyar kirin kesên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîzê.

Hat gotin leşkerekî birîndar ku rewşa wî giran bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Her wiha hat diyarkirin, cerdevanekî berê jî piştî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê, wî jî jiyana xwe ji dest daye.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN