DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li 4 gundên Şemzînanê jî derketina kolanan hat qedexekirin

15 Îlon
23:02 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Li gundên Tûyê, Dêman, Tîsê û Meleviya yên Şemzînanê jî qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.

Li gundên Tûyê, Dêman, Tîsê û Meleviya yên nêzîkê 25 kîlometre dûrî navçeya Şemzînana Colemêrgê ne qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Piştî qedexeya derketina kolanan a heya fermaneke duyemîn hat îlankirin herêm ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Bi aşkerekirina qedexeyê li herêmê tevgera helîkopteran pêk tê.

Her wiha duh jî li gundê Şapatan û gundikên Serero, Meydan û Eldê yên navçeyê jî ji bo 3 rojan qedexe hatibû îlankirin.

(kom/gka)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN