DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Soza bilindkirina têkoşîna Canbay dan

 
15 Îlon
22:20 2016

STENBOL (DÎHA) - Meclisa Jinê ya Sosyalîst û Partiya Sosyalîstên Bindest, ji bo Gerîlaya MLKP’ê Berfû Dîlan Canbay (Arjîn SelçUk) a li Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, merasîmek bîranînê li dar xistin û soza şopandina riya wê dan.

Meclisa Jinê ya Sosyalîst û Partiya Sosyalîstên Bindest, ji bo Gerîlaya MLKP’ê Berfû Dîlan Canbay (Arjîn Selçuk) a di 8’ê Îlonê de li çoltera gundê Qolcî yê girêdayî navçeya Pulur a Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Sultangaziyê ya li taxa Gaziyê merasîmek bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de wêneyên Canbay û hevrêyên wê hatin daliqandin. Merasîm di şexsê Canbay de ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, her wiha bi pêşandana sînevîzyonê ya têkîldarî jiyana Canbay dewam kir.

Ji Platforma Dengê Nemiran û Girtiyan (OTSP) Umram Yurdayol destnîşan kir ku Canbay destpêkê tevli Şoreşa Rojava bû û wiha axivî: “Divê em xwedî li têkoşîna hevrêyên xwe derkevin. Lewre em careke din soz didin ku têkoşîna wê têkoşîna me ye.”

Berdevka SKM’ê Pinar Turk jî wiha got: “Heta ku faşîzm hebe dê têkoşîna me jî bidome. Birdoziyek ku me digihîne hev heye û bi xwedîderketina hevriyên xwe, em ê di vê riya wan de ber bi şoreşê û azadiyê ve bimeşin.”

Hevserokê Federasyona Komaleyên Ciwanên Sosyalîst Oguz Yuzgeç jî destnîşan kir ku ji bo jinên ciwan tenê gotinek kiribû. Bi ser sînorên xwe ve biçin û soza têkoşînê da.

Bîranîn, piştî ji bo Canbay helbest û stran hatin gotin bi dawî bû.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN