DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Di navbera tîmên taybet de pevçûn!

15 Îlon
20:40 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Li gundê Şapatan a Şemzînanê hêj derketina kolanan qedexe ye, hat zanîn di navbera tîmên taybet ên derketibûn operasyonê de şer derketiye.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê hêj qedexeya derketina kolanan a duh li gundê Şapatan û gundikên girêdayî wê Serero, Meydan û Elde hatibû îlankirin berdewam dike. Hat ragihandin di navbera tîmên taybet ên derketine operayonan de şer derketiye. Çavkaniyên herêmî dan zanîn şerê di navbera tîman de li ser bûyera kuştina namzetê AKP’ê Ahmet Budak derketiye. Li gorî agahiyan tîmên taybet bi gotinên wekî “Camêrê AKP’yî li navendê hatiye kuştin, em li vir derketine operasyonê. Em ji ber çi li vir in? Divê em mirovên vir aciz nekin.” Hat diyarkirin ji ber van gotinan di navbera wan de pevçûn derketiye.

Dîsa hat zanîn ku nîqaşên di navbera polîsan veguheriye şerê fîzikî. Li ser vê yekê tîmên taybet ji gund vegeriyane.

(kom/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN