Tirkiye bi OSO'yê re dixwaze bikeve Girê Spî
GIRÊ SPÎ (DÎHA) - Hat îdiakirin endamên OSO'yê bi leşkerên tirk re amedekariya dagirkirina Girê Spî dikin.
Bajarê Girê Spî ya ku di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye, hat îdiakirin Tirkiye dixwaze bi hêzên OSO'yê re êrîşî Girê Spî bike. Li gorî agahiyan dewleta tirk gelek eşîrên tirkmen û ereb anîne gel hev û hêzeke ji 3 hezar kesî ava kiriye û dixwaze herêmê dagir bike, di vê der barê de amadekarî tên kirin.
(ms)