Di teqîna li Nisêbînê de kesekî jiyana xwe ji dest da
MÊRDÎN (DÎHA) - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dema ku Mehemt Saît Malak (48) yê ku mala wî li taxa Yenîşehîrê ya ku bi têlah hatibû pêçand derket derve, di encama teqînê de jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê welatiyê bi navê Mehemt Saîd Malak dema dixwest ji mala xwe ya li taxa Yenîşehîrê ya ku yek ji 6 taxên ku bi têlan hatibû pêçan kelûpelên xwe derxe, di encama teqîna abûrekî nediyar de jiyana xwe ji dest da. Piştî teqînê cenazeyê Malak rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Piştî bûyerê polîsan, xwediyê malê jî di nav de 4 kes binçav kir û ew birin Midûryeta Polîsan a Navçeyê.
(ms)