Li Panosê 11 kes hatin binçavkirin
AGIRÎ (DÎHA) – Di serdagirtina li Qavişman ya Panosê de 11 kes hatin binçavkirin.
Li gundê Qavişmanê ya navçeya Panosê ya Agiriyê di serdagirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin. Kesên di serdagirtinê de hatin binçavkirin navên wan wiha ne: Kadîr Kaya, Sînan Keleş, Ayhan Keleş, Saît Can, Fetîh Yildiz, Rifat Demîr, Esrafîl Demîr, Abdullah Demîr, Eşref Turkmen û 2 welatiyên navên wan nehatin hînbûn hatin binçavkirin. 11 kes birin Qereqola Cendirmeyan.
(ms)