DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

HRW: Li Cerablûsê 24 sivîl hatin kuştin

 
15 Îlon
17:34 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rêxistina Çavderiyê ya Mafên Mirovan (HRW) aşkere kir ku di operasyona Cerablûsê ya TSK'ê ya 28'ê cotmehê de 24 sivîl hatin kuştin.

Rêxistina Çavderiyê ya Mafê Mirovan li ser malpera xwe ya civakî têkildarî operasyona TSK'ê ya ku di 28'ê cotmehê li hemberî Hêzên Suriyeya Demokratîk pêk anîn de daxuyaniyek da û aşkere kir ku di êrîşa li hemberî gundê Suraysatê de 6 zarok, 6 jin tevahî 24 kes hatin kuştin.

Rêxistina Çavderiya Mafê Mirovan di daxuyaniyê de cîh da agahiyên şêniyên gund jî. Şêniyên gundê Suraysatê diyar kirin ku êrîşa li hemberî gundê wan pêk hat wekî dojehê bû û anîn ziman ku ji ber teqîna bombeyan gelek welatiyên hatin alîkariya wan jî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Li aliyê din Alîkarê Dîrektorê Rewşên Lezgîn yê HRW'ê Ole Solvang têkildarî windahiya sivîlan de wiha got: "Divê kes welatiyên sivîl neke hedef û nexe nava rîska mirinê. Ev yek bê hiqûqiye. Her wiha dema êrîşên li hemberî baregehên leşkerî jî pêk bên ger hesabê kuştina sivîlan neyê kirin dibe ku ev jî bê hiqûqî be."

Her wiha HRW'ê di daxuyaniyê de balkişand ser nûçeya Ajansa Anatolya (AA) yê ku gotibû di operasyonê de 25 endamên rêxistinê hatine bêbandorkirin jî.

Hêjayî gotinê ye ku Ajansa Anatolya yê (AA) têkildarî êrîşa li hemberî gundê Suraysatê ya Cerablûsê nûçeyek çêkiribû û îdiakiribû ku 25 endamên PYD'ê hatine kuştin.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN