Maşîna bê kontrol hat teqandin mal ruxandin
COLEMÊRG (DÎHA) - Leşkeran li Colemêrgê bi îdiaya di maşînê de bombe heye, maşîne teqandin, lê ji ber ku bê kontrol hat teqandin malên welatiyan hilweşiyan.
Li nêzî Qereqola Rindikê ya navenda Colemêrgê bi îdiaya di maşîna qeza kir de bombe heye, ji hêla leşkeran ve hat teqandin. Ji ber bê qontrol hat teqandin gelek malên li nêzî herêmê hilweşiyan. Li gorî îdiayan di saetên serê sibehê de maşînek wergeriya çemê Zapê. Li ser qezayê leşkerên hatin cihê buyerê îdia kirin di maşînê de bombe heye. Maşîna bê kontrol hat teqandin bû sedema rûxandina gelek malên li herêmê.
Welatiyan aşkera kir ku piştî teqandinê leşker beyî ku tu tiştekî bêjin li herêmê veqetiya ne, welatî jî hewl didin di binê xirabeyan de kelûpelên xwe derbixin.
(ms)