DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Serdanên piştgiriyê ya ji bo mamosteyan didome

 
15 Îlon
16:58 2016

AMED (DÎHA) - Serdanên piştgiriyê yên ji bo kedkarên perwerdehiyê yên ku ji kar hatin dûrxistin û dest bi greva birçîbûnê kirin didome. Ligel malbat û Meclîsên Gel û gelek endam û rêveberên Komeleya 78'an çûn serdana mamosteyan.

Greva birçîbûnê ya endamên Egîtîm Senê ku bi Biryara di Hikmê Zagonê (KHK) de ji kar hatin dûrxistin a li şaxa Egîtîm Senê hat dest pêkirin di roja 11'mîn de didome.

Gelek malbat, Meclîsên Gel ên Amedê, endam û rêveberên Komeleya 78'an çûn serdana mamosteyan û piştgiriya xwe anîn ziman.

Rêveberê Komeleya 78'an Rifat Ronî di dema serdanê de axivî û dazanîn ku Hikûmeta AKP'ê ji bo qada cemaweriyê de hemû kedkaran tasviyek bike di nava tevgerê de ye û dazanîn ku berxwedana mamosteyan ewê bi piştgiriya gel bi serkev e.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN