DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Di şerê malbatan de 4 kes mirin

15 Îlon
16:54 2016

ÇORUM (DÎHA) - Li navçeya Alacayê di navbera du malbatan de şer derket, 4 kes bi çekê hatin kuştin.

Li navçeya Alaca ya Çorumê di navbera du aliyan de ji ber erdê pevçûn derket, di pevçûnê de kesê bi navê Gursel P., bi çeka pompeyî cîranên xweyên bi navê Yusuf Gonulal, hevjîna wî Hatîce Gonulal, Şerîfe Dînçer û Mikaîl Çagin qetil kir. Di êrîşê de zaroka 14 salî Beyza Musemma Gonulal jî birîndar bû.

Buyer îro li taxa Cengîzhan a navçeya Alacayê pêk hat. Li gorî îdiayan, ji ber erdê di navbera Gursel P. cîranê wî Yusuf Gonulal de gengeşî derket. Li ser vê Gursel P. bi çeka pompeyî bi ser mala Gonulal de girt, di serdagirtinê de kesên bi navê Yusuf Gonulal, hevjîna wî Hatîce Gonulal, mêvanên li malê Şerîfe Dîncer û Mikaîl Çagin, di gulebaranê de jiyana xwe ji dest dan, keça wî Beyza Musemma Gonulal jî birîndar bû. Zaroka birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Çorumê.

Piştî buyerê Gursel P. hat binçavkirin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN