DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

HDP: Bila Altinors û hevjîna wî serbest bên berdan

15 Îlon
16:26 2016

ENQERE (DÎHA) - Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk, bergek nîşanî binçavkirina Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Alp Altinors û hevjîna wî Bîrsen Kaya da û xwest herdu jî serbest bên berdan.

Berî hefteyekî Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Alp Altinors di serdagirtina malê de hatibû binçavkirin, îro jî hevjîna wî Hevseroka HDP'e ya Enqereyê Bîrsen Kaya hat binçavkirin. HDP'ê bertekekî hişk nîşanî binçavkirinê da. Aysel Tugluk bertek nîşanî binçavkirinê da û xwest Altinors û hevjîna wî serbest bên berdan.

Di daxuyaniyê de hat gotin "Bi awayekî bê hiqûq, û bê mesnetî, li ser îfadeyên şahikekî nepen ê ku nayê zanîn, ev 7 roj e Altinors di binçavan de tê girtin, 5 rojan nehiştin parêzer hevdîtinê pêre bike, 3 kesên di bin çavan de sewqî edliyeyê hatine kirin, Altinors hêj li midûryeta polîsan tê ragirtin. Bi gorinên wekî 'kîngê kêfa me bixwaze em dê derxin edliyeyê.' Dîsa Hevseroka me û di heman demê de hevjîna Altinors Bîrsen Kaya dema li Edliyeya Tokatê bû, bi şideta polîsan re rû bi rû maye û hatiye binçavkirin. Em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin. Divê Altinors û hevjîna wî demil dest serbest bên berdan."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN