Dijberî qeyûmê grevê birçîbûnê di roja duyemîn de ye
COELMÊRG (DÎHA) - 10 xebatkarên şaredariya Colemêrgê ku li dijî tayînkirina Qeyûmê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, di roja duyemîn de çalakiya xwe berdewam dikin.
Wekîlên Hevşaredarên Colemêrgê yên DBP'î Şaban Alkan û Fatma Yildız jî di navde ligel endam û rêveberên HDP û DBP'ê 10 kesan li dijî tayînkirina qeyûmê ya şaredariyê di 14'ê Îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn di roja 2'mîn de berdewam dikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li avahiya DBP'ê didome. Endamê Lijneya Rêveber a Navendî yê DBP'ê Emrullah Bîngul, endamê Meclîsa DBP'ê Metin Kutaz jî di navde gelek kesan çalakvan ziyaret kirin.
Di ziyareta çalakgeran de Endamê MYK'ê yê DBP'ê Emrullah Bîngul, diyar kir ku wekî navenda DBP'ê piştgiriyê didin çalakiyê û wiha got: "AKP dixwaze destkeftiyên kurdan ji destê wan bigire. Divê hemû gelê ku vina xwe teslîmî şaredariyan kiriye li dijî biryara qeyûmê têbikoşin û diber xwe bidin. Em li dijî desteserkirina vîna kurdan bêdeng namînin. Em dê heta dawî bi şopa doza xwe bikevin. Ji bo parastina mafên xwe em dê çalakiyên xwe mezin bikin.
Endamê Meclîsa DBP'ê Metin Kutaz jî anî ziman ku AKP û Serokwezîr bi van polîtîkayên xwe yên li dijî gelê kurt winda kiriye û wiha got: "AKP û Erdogan raste rast vîn û mafê gelê kurd desteser dike. Qeyûm tayînî vîn, nasname, ziman û çanda kurd hatiye kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi wate ye û girîng e. Em heta dawiyê piştgiriyê didin çalakiyê.
Di ziyaretê de bang li hemû gelê kurd hat kirin ku piştgiriyê bidin çalakiyê û tev li çalakiyê bibin.
(mae)