DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Îfadegirtin ji kêfa polîsan re ma ye

15 Îlon
15:18 2016

TOKAT (DÎHA) - Parêzerên Alîkarê Hevşeradarên HDP'ê Alp Altinors jî tê de yê 16 kesên di 8'ê îlonê de hatibûn binçavkirin ji polîsan pirsa hûn dê îfadeya kesên hatine binçavkirin kengî bigirin pirsî. Polîsan bersiva: "Îfadegirtin li gorî kêfa me ye. Kengî em bixwazin wê demê emê îfadeyan bigirin." dan parêzeran.

Di 8'ê îlonê de tevî Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors 16 kes bi hinceta tevlî merasîma cenazeyê Rêveberê HDP'ê yê Tokatê Zakîr Karabulutê ku di teqîna Enqerê de jiyana xwe ji dest daye bûne hatibûn binçavkirin.

Parêzerên çûn Midûriyeta Polîsan a Tokatê pirsa 'Hun dê îfadeyên Altinors û yên din kengî bigirin? pirsîn bi bersiva hatî dayîn matmayî man.

Parêzer Can Tombul diyar kir ku polîsan bersiva "Dilê me kengî bixwaze wê demê emê îfadeyan bigirin" dane wan.

Tombul diyar kir ku ligel Altinors Hevserokê HDP'ê yê Tokatê Kadîr Akkaya, Hevserokê HDP'ê yê navçeya Navendî yê Tokatê Erdal Bektaş û xwendevanên bi navê Tacettîn Taçal, Burcu Ozdemîr, Çîgdem Buyukpancar û Dîlek Eser hatine binçavkirin û got ku ligel polîs navê kesên din ên hatine binçavkirin dizanin jî vê yekî ji wan re nabêjin.

Tombul dazanîn ku muwekîlê wî Altinors ji bo şermezarkirina pêkûtiyan 7 roje di greva birçîbûnê de ye û got ku heta niha îfadeya 3 kesan hatiye girtin û anî ziman ku ewê bi 3 muwekîlên xwe yên bi navê Burcu Ozdemîr, Çîgdem Buyukpancar û Dîlek Eser re li serdozgeriyê hevdîtinê bikin.

Her wiha parêzer Tombul dazanîn ku ji ber astengiyan wan û polîsan nîqaşkiriye û got ku amîrê polîsan ew bi darê zorê ji Midûriyeta Polîsan derxistine.

Tombul herî dawî dazanîn ku muwekîlên wî Altinors û xwendevanê bi navê Tacettîn Tacal li qereqola Gazîosmanpaya ya Tokatê tên ragirtin.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN