'Yên ji DAÎŞ'ê re bi kamyonan çekan dişînin ew in'

WAN (DÎHA) - Alîkara Hevşaredarên navçeya Erdîşa Wanê Guler Avci îdiayên rayedarên Hikûmetê AKP'ê ya 'Şaredariyên DBP'ê Piştgiriyê didin rêxistinê' nirxand û diyar kir ku yên bi tir û kamyonan amonyum nîtrat û çekan ji DAÎŞ'ê re dişînin li holê ne.
Nerazîbûnên li hemberî tayînkirina qeyûmê ya bo Şaredariyên DBP'ê didomin. Alîkara Hevşaredarên navçeya Erdîşa Wanê Guler Avci dazanîn ku Hikûmeta AKP'ê tehemulî xwêrevebirina Kurdan nake û destnîşan kir ku şaredariyên wan ji hêla AKP'ê ve hatine desteserkirin.
'Heta niha mufetîşan carekê jî karê nelirê nedîtin'
Avci dazanîn ku hemû kar û îhaleyên wan ji hêla mufetîşan ve hatine lêkolînkirin û got ku mala xwedê ava heta niha wan karekî ku li hemberî gel rûyê wan reş bibe pêk nihatiye. Avci bibîrxist ku Heveşaredarên wan Dîba Keskîn, Abdurrahman Çagan û endamên meclîsa şaredariyê bi hinceta ku tevlî daxuyaniyê bûne hatine giritn û got ku ligel vê yekî jî xebatên ji bo gel nihatine astengkirin û anî ziman ku wan ala hevalên xwe girtine û xizmeta gel kirine.
'Îdiayên xwe piştrast bikin'
Avci dazanîn ku di sala 2009'an de jî bî îdiaya endamên KCK'ê ne şaredarên wan rastî pêkûtiyan hatin û wiha got: "Îro jî bi hinceta me alîkarî daye rêxistinê zextan pêk tînin. Ger îdiayek bi vî rengî hebe wê demê divê ev yek bê îspatkirin."
‘Yên amonyum nîtratê ji DAÎŞ'ê re dişîne piştgiriyê dide teror ê'
Her wiha Avci di berdewama axavtina xwe de balkişand ser tirên MÎT'ê ku çek û cebilxane ji DAÎŞ'ê re dibirin û wiha got: "Ew tirên ku çek û amonyum nîtrat bo DAÎŞ'ê dibirin ne tirên DBP'ê bûn. Serokomar jî li xwe mikur hat û got 'Em bifikirin ku ew tir ên me bûn ewê çawa bibe.? Keremkin yên piştgiriyê didin teror ê vayê li holê ne. Ji bo çi kes derbarê wan de doz venake."
‘Emê tevî gelê xwe li ber xwe bidin'
Avci di dawiya axavtina xwe de diyar kir ku avahiya şaredariya wan ji hêla polîsan ve hatiye dagirkirin û got ku ewê tevî gelê xwe heta dawî li ber xwe bidin.
(ot)