DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Mislim: Kobanê bi berxwedana xwe bû bingeha federaliyê

 
15 Îlon
14:07 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim diyar kir ku berxwedana ku beriya 2 salan li Kobanê hatiye meşandin, bingeha pêkhatina Pergala Federasyona Demokratîk ava kir û destnîşan kir ku ev pergal ji bo tevahiya Sûriyeyê derbasdar e.

Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim der barê 2’yemîn salvegera êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ku di 15’ê îlona 2014’an de li ser Kantona Kobanê pêk hatin, nirxandin kir.

Mislim diyar kir kur piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê ji Kobanê destpê kir, gel saziyên xwe ava kir û ev tişt got: "Kobanê di li tevahiya Sûriyeyê bû mînak û bal kişand. Kesên ji demokrasî, xwesrî û wekheviyê hez nakin, qebûl nekirin ku gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê pergala demokratîk ava bikin. Ji ber wê jî digotin ku Kobanê bixînin, tecrûbeya 19`ê Tîrmehê û rêveberiya xwesr bixînin. Ya dîtir jî îradeya kurdan di hundir Kobanê de teslîm bikin. Hêza YPG’ê li hember van êrîşan bi ser ket."

Mislim di dewama axaftina xwe de got "Li hemberî êrîşên ku li ser Kobanê hatin kirin, berxwedaneke mezin hat nîşandan" û wiha pêde çû: "Bi wê berxwedanê pêşketinên şoreşa 19’ê Tîrmehê û tecûbeya Rêveberiya Xweser ji tevahî cîhanê re hat zelalkirin. Tevahî cîhanê dît ku hêzeke parastinê (YPG/YPJ), heye. Ev jî hem axa xwe û hem jî sivîlan diparêze. Berxwedana vê hêz li dijî DAIŞ'ê bi rojan Mûsil û Reqa bi dest xwe xist, balkişand. Ev yek di aliyê leşkerî de destkeftiyek bû. Tecrûbeya YPG'ê îsbat kir ku ew hêzeke mirovahî ye."

Mislim di aliyê dîplomasiyê de û cend mijarên din de nêrîna xwe wiha anî ziman:

"Di aliyê diplomatîkde jî çav li Rojava vebûn û saziyên ku hatine avakirin bi bajarên Sûriye ku lê koçberî û wêrankirn heye re hatin hevrûkirin. Ji ber vê hat dîtin ku li vir saziyên civaka sivîl tên pêşxistin. Berxwedana Kobanê di aliyê netewî de jî kurd gihandin hevdu. Cara yekem di dîrokê de piştî bangawaziyên ji bo pêkanîna Kongireya Netewî ya Kurd, li ser axa Kobanê yeketî pêk hat. Ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê yên ji Bakur, Başûr Rojhilat berê xwedan Kobanê û cihê xwe di vê berxwedana dîrokî de girtin. Her wiha li Rojava de hersê kantonan piştgirtiya hevdu kirin. Ev di aliyê netewî de bû hêviyek ku di pêşerojê de pêwîst e Kongireya Netewî pêk were.

Di aliyê civakî de jî gelê Kobanê DAIŞ qebûl nekir. Tevî ewqas ziyanên li Kobanê çêbûn, lê gelê wê bi serbilindî xwedî li axa xwe derket û li hember êrîşan li ber xwe dan. Bi vê yekê jî jiyaneke nû dest pê kir.

Beriya Kobanê li Şengalê komkujî pêk hat. Her wiha li ser Cizîrê û Efrînê, Kobanê û herî diwiyê li Bakurê Kurdistanê jî çêbûn. Ev peyameke ku divê kurd kongireya xwe ya netewî li dar bixin. Berxwedana Kobanê bi destekdayîna kurdan bi ser ket.

Tevî ku beşek biçûk ji kurdan li pêşiya Kongreya Netewî dibin asteng lê, her çar aliyên din ên welat bi lidarxistina kongreyê re ne. Di çi şert û mercan de dibe bila bibe, divê kurd, kongreya xwe çêbikin û qedera me nekeve destê hin aliyan. Ji bo ku komkujî li Kurdistanê çênebin. Divê hêzeke kurdistanî ya hev beş bê avakirin.

Berxwedana Kobanê û destkeftî

Berxwedana Kobanê bû bingehek ku em bikaribin bi hev re bijîn. Di berxwedana derket holê de, Şervanên ereb, tirkmen û hêzên weke Şems El-Şemal û Cebhet El-Ekrad jî li kêleka YPG`ê cih girtin û di çeperên pêş de şehîd bûn.

Ji bo Sûriyeyê rengê navendî ku ji Şamê de partiyek, netewek an jî zimanek desthilatdariyê bike, nema. Pêwîstî bi projeyeke berfereh hebû. Ew proje jî federalî ye. Federalî li ser bingehê ku em weke netew bi hevre jiyan bikin. Çi kurd, ereb, turkmen û çerkes, êzdî, misilman û xiristiyan bi hev re wekev bijîn. Wê projeya Federaliyê li Bakurê Sûriyeyê pêk were û wê pêşeroja Sûriyeyê û pergala Federaliyê veke.

Gelê Minbicê tengasî kişand

Xelkê Minbicê gelekî êş dîtin. Bangewaziyên wan ji bo tevahî cîhanê û Sûriyeyê jî hebû. Piştî ku meclisên leşkerî û sivîl ên Minbicê hatin avakirin, piştgirtî ji Rêveberiya Xweser û QSD'ê hat xwestin.

Ji ber ku xelkê Minbicê bi QSD'ê re bûn û peyam ji Kobanê re şandin bersiva wan hat dayîn, Minbic hat rizgarkirin. Çima Cereblus hat dagirkirin? Em tevahî dizanin ku DAIŞ'ê ji Ewropayê tê û di riya Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê dibe û şerê Rojava dike. Dema ku Minbic hat rizgarkirin, hêdî hêdî riya DAIŞ'ê tê girtine. Çima hikûmeta AKP'ê piştgirtî da DAIŞ'ê? Ji ber ku li cem Tirkiyeyê fobiya kurdî, tirsa ku kurd mafê xwe bi dest bixin heye.

Ji ber vê yekê dibêjin em ê Cereblus, El-Raî û Mari dagir bikin. Dewleta tirk di 24'ê mehê de ket Cereblusê. Beriya 500 sal di heman rojê de şerê Mercîdabiqê hebû. Ev peyamek ji Tirkiyeyê bû ku ew ê dîsa Rojhilata Navîn bixin bin destê xwe. Wek Rêveberiya Xweser em ketina Tirkiyeyê ya axa Sûriyeyê, dagirkerî dibînin.

Divê hêzên navnetewî zextê li Tirkiyeyê bikin, ji bo ku ji axa Sûriyeyê derkeve. Wek gelê Sûriyeyê em tekoşînê bikin heta ku em digihêjin asta federaliyê li Bakurê Sûriyeyê pêk bînin û gelê me jiyanek azad û aştiyane bijî. Em ê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û federal jî têkoşînê bikin.

Berxwedana Kobanê ji bo Pergala Federal û pêşeroja Sûriyeyê ji me re bû bingeh. Berxwedana Kobanê bîranîna şehîdên me yên ku cane xwe kirin dan e. Ji me tê xwestin ku em vê xetê bişopînin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN