Leşkerên derketin operasyonê daristan şewitandin
COLEMÊRG (DÎHA) – Leşkerên li gundê Şapatanê û 3 gundikên Şemzînanê derketin operasyonê bi ser malan de girtin û daristanên derdora gund şewitandin.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê duh li gundê Şapatan û gundikên girêdayî wê Serero, Meydan û Elde, 3 roj qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Piştî qedexeyê, li herêmê operasyon hatin destpêkirin. Kedin û derketina gund û gundikanan hatin qedexekirin û bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin. Leşkeran serê sibê li gundikê Sereroyê bi ser gelek malan de girt. Derbarê binçavkirinan de jî agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Daristan şewitandin
Leşkerên ku bi cerdevanan re serê sibê li gundê Şapatan derketin operasyonê, daristan şewitandin. Ar û duxana ji qada şewatê bilind dibe ji dûr ve tê dîtin. Leşker ji qereqolên derdorê herêmê topbaran dikin.
(kom/mae)