'Bûyerên Sînopê koma ji Stenbolê hat da destpêkirin'

YASÎN KOBULAN
SÎNOP (DÎHA) - Welatiyê bi navê Ekrem Yildiz ê li navçeya Duraganê ya Sînopê karker e diyar kir ku bûyerên li navçeyê koma ku ji bo betlaneya cejnê ji Stenbolê hatiye da destpêkirin.
Li taxa Gokirmak a navçeya Duraganê ya Sînopê ku piranî kurd lê dijîn bûyerên ku êvara 11'ê îlonê bi êrîşa komeke nijadperest êrîşî karkerên kurd û esnafan kir dest pê kir piştî demeke veguherî pevçûnê. Bûyerên ku ewilî wekî pirsgirêka danûstendinê hate diyarkirin piştre veguherî êrîşên nijadperest. Li navçeya ku êrîşên nijadperest bi rojan e didome, xetereya êrîşan hê jî didome.
Di bûyerên ku 14 kes birîndar bûn, zarokekî 16 salî jiyana xwe ji dest da, gelek mal, kargeh û wesayîtan zirar dît. Li herêma ku cendirme jî hatin ji aliyê Qaymeqamiya Duraganê ve heta sibeha cejnê qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Bi qedexeyê ve welatiyên kurd piştî ku çûn gundan vê carê jî gund di bin xetereya êrîşê de ne. Gund ji aliyê leşker û polîsan ve hate dorpêçkirin, wesayît jî piştî ji kontrolê tên derbaskirin destur tê dayîn.
'Bi polîtîkayên îskanê ve hatin koçberkirin'
Kurdên ku beriya 400 salan ji ber polîtîkayên îskanê yê osmaniyan bêhtir ji navçeya Haymana ya Enqereyê, bakurê Iraqê, Erzirom û Qersê koçî Sînopê hatin kirin piranî li navçeyên Bayabat û Duragan û gundên wan dijîn. Li Sînop û derûdora qê nêzî 30 hezar kurd dijîn û li herêmê nêzî 14 gundên kurdan hene. Piraniya kurdan jî li navçeyên Duragan û Boyabetê dijîn. Gundiyên Yeşîlyurtê yê Boyabatê nikarin ji kurdên Duraganê agahî bigirin, hatin û çûyînên gundê Olukbaşi jî hê qedexe ye.
'Wekî darbeyê dijîn'
Destur nayê dayîn ku welatiyên li gundê Olukbaşi dijîn biçin navçeyê û hatin û çûyinên gund ji aliyê leşker û polîsên çewik ve bi wesayîtên kar hatine girtin. Ji welatiyên gund Cengîz Avci diyar kir ku wekî dîmeneke darbeyê heye li herêma gund înternet kêm bûye.
'Bi gotina mirovên HADEP'ê rastî êrîşê hatin'
Keyayê gund ê berê Mahîr Gokçe jî diyar kir ku gundê wan hezar 500 kes ir û nikarin ji bo qurbanê serjê bikin biçin navçeyê. Gokçe da zanîn ku ligel ku sedema derketina bûyeran siyasî nebû jî bi gotina "mirovên HADEP'ê" rastî êrîşan hatine. Gokçe bilêv kir ku eslê xwe kurd e, li gund hemû deng ji AKP'ê re derketiye.
'Parlamenterê AKP'ê rast naxive'
Gokçe li hemberî gotinên parlamenterê AKP'ê Nazim Mavîş ê "Niha li Duraganê rewş aram e" jî nerazîbûn nîşan da û got ku Mavîş nehatiye navçeyê. Gokçe diyar kir ku mirov nikare rewşa li gund îfade bike, gotinên ku tên kirin rastiyan venabêje.
'Koma ji Stenbolê hat bûyer da destpêkirin'
Welatiyê bi navê Ekrem Yildiz jî diyar kir ku li navçeyê karker e û bûyerên li navçeyê koma ku ji bo cejna qurbanê ji Stenbolê hatine dane destpêkirin.
(sa)