Têkoşîna jinan ji bo wê bû îlham
AMED (DÎHA)- Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Yildiz Çetîn diyar kir ku ji têkoşînan jinên kurd îlham girtiye û ketiye nava siyasetê wiha got: “Gotina me ji bo tu deran derbas nebe jî em dikarin bedena xwe kontrol bikin û bedan û îradeya xwe datînin holê.”
Yek ji berxwedêrên Greva Birçîbûnê ya ji bo ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtin pêk bê ketiye greva birçîbûnê Heşaredara Payîzavayê Yildiz Çetîn e. Çetîn di 1974’an de li navçeya Xelatê ya Bedlîsê ji dayik bû. Perwerdehiya xwe li Bedlîsê temam kir û beşa hemşîretiyê xwend.
Di 1995’an de fêm kir ku kurd e
Çetîn a k udi 19957an de zewicî û li Wanê bi cih bû ji ber rewşa malbata xwe ji polîtîkayê dûr mezin bû. Çetîn diyar kir heta 1995’an nedizanî kurd e û bi piştgiriya hevserê xwe nasnameya kurdbûnê nas kiriye. Çetîn anî ziman k udi têkoşîna wê ya siyasî de hevserê wê piştgiriya herî mezin daye wê.
Têkoşîna wê ya siyasî di 2009’an de dest pê kir
Têkoşîna siyasî ya Çetîn di 2009’an de li ser pêşniyara jinan di 2009’an de weke endama Meclîsa Şaredariyê dest pê kir. Çetîn a ku bû endama meclîsa şaredariyê bi awayeke aktîf din ava têkoşînê de cih girt bi temsîliyeta wekhev a siyaseta kurd li navçeya Payîzava ya Wanê di 2014’an de bû Hevşaredar a Payîzavayê. Çetîn di heman demê de li malbata xwe tekane siyasetmedara jin e.
‘Têkoşîna jinên kur ji bo wê bû îlham’
Çetîn bilêv kir ku weke jineke xwestiye peywira dikeve li ser milê wê bi cih bîne û wiha berdewam kir: “Ji ber ku min îradeya jinên kurd a di siyasetê de dît. Mine w ji bo xwe mînak girt. Berxwedana jinên kurd hem ji bo min bû îlham hem jî model.”
‘Dê malbata min rojeke têkoşîna min a mafdar fêm bike’
Çetîn têkîldarî têkoşîna xwe ya siyasî wiha axivî: “Ez jineke pir rehet bûm, min girîngî nedida tiştekî. Lê niha bi şev û roj dixwazim bixebitim bûm jineke bi vî rengî. Ez bawer im dê malbata min jî rojeke biguhere. Dê malbata min jî rojeke fêm bike ku çiqas têkoşîneke mafdar didim.”
‘Em beden û îradeya xwe datînin holê’
Çetîn têkîldarî greva birçîbûnê jî wiha got: “Heke îro ez birçî nemînim, dê gelek mirov bimire û her roj mirin pêk bê. Divê êdî hin kes ji bo vê yekê bibêje rawest e. Heke em nikaribin kesekî jî em dikarin xwe. Em beden û îradeya xwe datînin holê.”
‘Ez ji bo pêşeroja zarokan têdikoşim’
Çetîn bilêv kir ku keça wê ya 10 salî wê geleke mereq dike û wiha got: “Her roj li men digere û dibêje dayê neqediya tu dê kengî bêy. Ez ji bo pêşeroja wan têdikoşim. Ev têkoşîn ji bo aştiya gelan e. Dê hin kes bedelê bidin. Lê teqez dê encam bê girtin. Ji ber ku azadiya gel mijara gotinê ye. Em jî bi vî baweriyê nêzîk dibin.”
‘Em ê bi ser kevin’
Çetîn herî dawî wiha axivî: “Di esasê xwe de her tişt îrade û bawerî ye. Dema ku mirov bi tiştekî bawer dike û wekî îrade dibîne dê bi ser keve. Ez bi vî baweriyê li vir im. Em bawer in em e bi têkoşînê pêşiya tecrîdê bigirin. Bi baweriyê em ê bi ser kevin.”
(sa)