Mamosteyên kurd dikin hedef
STENBOL (DÎHA) - Serokê Şaxa 6'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Stenbolê Mustafa Gokmen Dogan gotina Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim a dê 14 hezar mamosteyan ji kar bigirin rexne kir. Dogan, diyar kir ku bi taybetî mamosteyên kurd hedef tên girtin û got: "Dixwazin derî nîşanî hemûyan bidin û bêjin xwe ker bikin."
Perwerdeya serdema nû ya ji bo 19 milyon xwendekarî dê di 19'ê Îlonê de destpê bike. Tirkiyeya ku di her serdemê de dikeve pêvajoyeke nû ya perwerdeyê, di serdema nû de ji bo xwedekaran dîsa derdemeke tarî tê dîtin. Bi hewldana darbeya 15'ê Tîmehê di bin navê "FETO" yê de ji qada cemaweriyê jî bi hezaran mirov ji kar hatin dûrxistin. Serokê Şaxa Hejmara 6'emîn a Egîtîm Sena Stenbolê Mustafa Gokmen Dogan bertek nîşanî polîtîkayên AKP'ê da û xwest dest ji vê polîtîkayê berde.
'Dê bê sendîkabûnê li ser wan ferz bikin'
Dogan da zanîn di nava hewldanên hikûmeta AKP'ê yên sereke de perwerde û xwendekar cih nagirin, wekî mînak jî veguherandina dibistanan a qereqolan da nîşan. Dogan got ev pêkanîn di serî de li Cizîr û Sûrê di meryetê de ye û wiha axivî: "Bi van pêkanînan mafê perwerdeyê ji destê xwendekaran hatiye girtin." Dogan aşkera kir ku gel tê mexdûr kirin û li ser mamosteyan jî bê sendîkabûnê didin ferz kirin.
Dogan diyar kir ku heke AKP ji ber fikrên siyasî hin kesan necibîne, dê di dawiya salê de peymana bi wan re îmze kiriye dê betal bike.
Dogan li ser axaftinên Yildirim jî rawestiya û pirsa "Kurd nikarin mamostetiyê bikin?" kir û da zanîn dewlet li herêmê 14 hezar mamosteyan ji kar bavê je, piştrast kir ku ev hewldan dê yekitî û hevrejiyana welat perçe bike.
(ms)