DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Em ê Sûrê ji AKP'ê re nehêlin'

 
1 Îlon
09:14 2016

AMED (DÎHA) - Jinên navçeya Sûrê yên ligel dorpêç û pêkûtiyan vegeriyan kolanên xwe bi biryar in ku qadên xwe yên jiyanê neterikînin. Jinan diyar kirin ku jin dê Sûrê ji nû ve înşa bikin û wiha gotin: "Xeyela AKP'ê bû Sûr desteserkirin. Em ê tu caran Sûrê bernedin. Em ê mal û taxa xwe neterikînin. Em ê Sûrê wekî berê înşa bikin."

Li navçeya Sûrê ya Amedê ku bi mehan berxwedaneke bêhempa hat nîşandan ligel dorpêç û pêkûtiyên ku didome jiyan bi pêşengiya jinan ve ji nû ve tê înşakirin. Jinên li taxa Melîkahmet Enzeleyê dijîn qala qedexe û pêkûtiyan kirin.

Nefîse Sevîlmîş a ku ji gundê Zeyrekê ya navçeya Pasûrê ya Amedê di salên 90'An de ji ber cerdevanî qebûl nekirine û hatine Sûrê diyar kir ku dewletê li hemberî qada jiyana wan a ku 23 sal in dijîn şer vekiriye. Sevîlmîş a ku ji ber êrîşên dewletê vê carê jî li Rezan bi cih bûye diyar kir ku ji dewletê tu hêviyên wan tuneye.

'Em ji Sûrê gav navêjin'

Sevîlmîş destnîşan kir ku dewletê li Sûrê bi qadên jiyanê ve hewl daye çanda bi hezaran salan a kurdan tune bike û wiha got: "Xwestin gel perîşan bikin. Lê daxwaza wan nebû. Jin dê Sûrê ji nû ve înşa bikin. Dê wekî berê be. AKP dixwaze Sûrê bi temamî xira bike û TOKÎ çê bike. Em pereyên wan jî naxwazin. Welatê me ji bo me lazim e. Taxa mirov namûsa mirovan e. Heke bikujin jî bila li Sûrê bikujin. Em ê gavekî jî paşve neavêjin."

'Em êdî dewletê naxwazin'

Sevîlmiş bilêv kir ku piştî ku li hin cihan qedexe rabû vegeriyane, ocaxa tenduristiyê ya li taxa wan dîtine ku bûye biryargeha leşkerî û wiha berdewam kir: "Em nikarin zarokên xwe bibin ocaxên tenduristiyê. Berê zarokên me heta nîvê şevê dilîstin lê niha polîs dema zarokan dibînin li wan dixin. Zarokan tehdîd dikin. Qedexe zêdetir bû. Em êdî dewletê naxwazin. Em dixwazin li taxa xwe azad bijîn."


Ayşen Sevîlmîş a 23 sal in li Sûrê dijî jî diyar kir ku dewletê bi tank û topên xwe şer daye destpêkirin, piştî êrîş zêde bûne çûne taxa Bagcilarê. Sevîlmiş anî ziman ku li wir ancax 3 mehan mane li cihên ku çûne aramiye li Sûrê nedîtine.

'Em ê Sûrê ji wan re nehêlin'

Sevîlmîş biêv kir ku AKP Sûr vala kiriye û çeteyên xwe bi cih kiriye, ji bo ku Sûrê ji hêzên dewletê re nehêlin vegeriyana malên xwe û ligel pêkûtiyan hewl didin ku jiyana xwe ya berê ji nû ve bihûnin û wiha axivî: "Dewletê xwest ku Sûrê desteser bike. Ji ber ku Sûr dilê Amedê ye. Xeyala AKP'ê desteserkirina Sûrê bû. Lê em ê tu caran Sûrê ji wan re nehêlin. Em ê Sûrê wekî berê çêbikin."

Şenay Toprak a ku 15 sal in li Sûrê dijî anî ziman kuj i ber êrîşên hêzên dewletê Sûr terikandine û dema ku ji Sûrê derketine zarokên wan her tim xwestine vegerin Sûrê niha vegeriyane lê dîsa bi pêkûtiyan re rû bi rû dimînin.

Toprak wiha axivî: "Dewlet dixwaze gelê Sûrê koç bike. Em ê Sûra ku dewlet dixwaze çêbike naxwazin. Li vir em çanda xwe dijîn. Belê pêkûtî hene. Lê ligel pêkûtiyan jî welatiyên koç kirine vedigerin Sûrê."

(rd-st/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN