Di 4'ê Îlonê de dê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
STENBOL (DÎHA) – Jinên xebatên kampanyaya "Ez xwedî li rêberê we, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" a ji aliyê KJA'yê hatiye destpêkirin didomînin banga xwedîlêderketina kampanyayê kirin û peyama "Ji bo azadiya Ocalan em ê di 4'ê Îlonê de li qadan bin" dan.
Kampanyaya Kongreya Jinên Azad (KJA) a "Ez xwedî li rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" berdewam dike. Endamên KJA'yê ku xebatên kampanyayê dimeşînin têkîldarî xebatên xwe axivîn.
'Tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe dê gelê kurd rûnenê'
Dayika Aştiyê Ezîne Dal diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîda li ser gelê kurd û vî tecrîdê qebûl dakin, ji bo ku fikarên der barê jiyana Ocalan de ji holê bên rakirin divê heyetek biçe Girava Îmraliyê. Dal bilêv kir ku wekî Dayikên Aştiyê ji bo ku vegera Mutabaqata Dolmabahçeyê bê kirin her hefte li ber Qesra Dolmabahçeyê çalakî pêk tînin û wiha berdewam kir: "Heta ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin dê gelê kurd rûnenê. Em dixwazin vegera Mutabaqata Dolmabahçeyê bibe. Pêvajoya şatiyê careke din dest pê bike. CPT çû hevdîtinê lê têkîldarî hevdîtinê tişten negot. Em dixwwazin ji wî agahî bigirin. Em dixwazin rêberê me jî wekî rêberê din ên cihanê serbest be, azad be."
'Em ê li qadan bin'
Emîne Onal jî diyar kir ku ew jiyaneke bêserok qebûl nakin û weki jin di çarçoveya kampanyayê de daxuyanî, çalakiyên rûniştinê û çalakiyên cur be cur li dar bixin. Onal wiha got: "Heta ku Ocalan azad be em ê li qadan bin û nakevin malan. Heta li wir be em weke jin jî li qadan bin."
Endama KJA'yê Rojda Yildiz jî diyar kir ku ew bi kampanyayê dixwazin nîşan bidin ku azadî, ewlehiya Ocalan çiqas girîng e vê yekê ji civakê re, jinan re ragihînin. Yildiz wiha got: "Di vî çarçoveyê de dê li gelek navendan çalakî bên lidarxistin. Li Êlih, Wan, Amed, Îzmîr û Stenbolê mîtîng bên lidarxistin. Em ê bi şîara 'Ji Rêbertiyê re azadî' tevlî bibin. Jibilî vî panel û kampanyayên îmzeyan hene ji bo ji CPT'yê re bên şandin. 100 hezar îmze hedefa me heye. Li tax û navçeyan xebat hene. Dîsa panel dê bên lidarxistin."
Yildiz bang li jinan kir û xwest xwedî li kampanyaya ku KJA'yê daye destpêkirin derkevin û îmzeyan bavêjin.
'Em ê di 4'ê îlonê de li qadan bin'
Ji berpirsyarên kampanyayê Hanim Kuru jî diyar kir ku ew ê di 4'ê îlonê de li Bakirkoya Stenbolê mîtîngê li dar bixin û ji bo mîtîngê bangawazî kir. KUru wiha got: "Em bi salan in ji bo aştiyê bangawî dikin. Em her tim alîgirên aştiyê ne. Ji bo mîtînga 4'ê Îlonê em bangawazî dikin. Em ê wê rojê jî li qadan bin. Xeyala herî mezin azadiya rêbertiyê ye. Em ê bi vî daxwazê li qadan bin."
(sa)