DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

HDP dê cardin balê bikişîne ser rewşa Ocalan

 
28 Tebax
08:58 2016

ENQERE (DÎHA) - Pêşniyarnameya derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatî dayîn ji hêla Serokê TBBM'yê ve hate vegerandin. Parlementera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat ku pêşniyarname dabû, bertek nîşanî vegerandina pêşniyarnameyê da û wiha got: "Hikûmeta derbarê Birêz Ocalan de agahî nade û rewşê ji civakê vedişêre. Lê em dê bi israr heman pirsan ji hikûmetê bikin."

Fikarên derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku piştî hewildana darbeya 15'ê tîrmehê derketiye asta herî jor, berdewam dikin. Ligel hemû hewildan û bangawaziyên gel û siyaseta kurd ji 5'ê nîsana 2015'an heta niha ji Ocalan agahî nayê girtin. Herî dawî Parlementera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat têkildarî rewşa Ocalan pêşniyarnameyek da TBMM'yê û ev pêşniyar ji hêla Serokê TBMM'yê ve bêyî bê bersivandin, hate vegerandin. Irgat nerazîbûn nîşanî vegerandina pêşniyarnameyê da û wiha got: "Rewşa Birêz Ocalan mijarek hîstiyar e. Tê meraqkirin û dibe sedema fikaran. Pêşniyarnameya me dayî jî bi sedemên vala hate redkirin."

'Em dê mijarê di rojevê de bihêlin'

Irgat derbirÎ ku ew wekî siyaseta kurd di vê mijarê de hîstiyar in û em dizanin ka dê pêşketinek neyînî kîjan encaman bi xwe re bîne. Igat daxuyand ku bi vê boneyê dê şopdarên vê mijarê bin û wiha domand: "Gelê kurd ji xwe bi her awayî vê mijarê tîne rojevê. Em jî dê vê mijarê di rojevê de bihêlin. Em dê vê hefteyê cardin pêşniyarname bidin wezaretên karên hundir û dadê. Di îfadeyên darbekaran de derket holê ku di dema hewildana darbeya 15'ê tîrmehê de têkildarî Girava Îmraliyê jî plan çêkirine. Ligel vê yekê ne malbat, ne parêzer û ne jî kesek ji Ocalan agahî nagir e. Ji ber vê têkildarî jiyan 3u ewlehiya Birêz Ocalan hem li cem civakê û hem jî ligel me fikarên mezin hene."

'Serokê Meclisê bi talîmatên AKP'ê tevdigere'

Irgat derbirî ku bêyî pêşniyarnameyek bê dayîn jî pêwiste dewlet derbarê rewşa Birêz Ocalan de agahî bide û ev tişt gotin: "Dewlet niha derbarê Birêz Ocalan de agahî nade. Ev problemek cidî ye. Em dê bênavber vê rewşê bipirs in." Wekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken jî da zanîn ku helwesta Serokê Meclisê ya di vî warî de nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Hemû pêşniyarnameyên ku rexneyek biçûk a têkildarî AKP'ê tê de hebe jî tên îadakirin. Serokê Meclisê wekî endamê AKP'ê tevdigere. Mafê venêrandinê yê muhalefetê ji holê radike. Ne li gorî hiqûqê li gorî talîmatên jê re tên dayîn, tevdigere. Meclis anîne rewşa şaxek AKP'ê. Parlementera me mafê xwe yê agahî girtinê bikar anî ye. Pêşniyarnameyek têkildarî pergala îşkenceyê ya Îmraliyê ye. Derbarê hîstiyariyek mezin a civakê de ye. Diviya di zûtirîn demÊ de bersiv bihata dayîn, bes xuya dike, nirxandinek kirine û bersivek bidin, tune ye."

'AKP ditirs e'

Balûken got ku tecrîdet bêhiqûq li ser Ocalan tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "AKP ditirs e ku vê mijarê nîqaş bike û derbasî qeydên meclisê bike. Ev pêkanînek dijberî mirovahiyÊ ye. Di pêşerojê de dê wekî sûcek li hemberî mirovahiyê bê darizandin. Ji bo vê bersiv nadin û mijarê şolî dihêlin. Lê em dê vê mijarê bişopînin û di rojevê de bigirin."

(eb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN