Sotemeniya gelê Wanê sergînên xwezayî ne
WAN (DÎHA) - Welatiyên Wanê ji niha de dest bi komkirina sotemenî û arduyên zivistanê kir. Gelê Wanê ji bo demsala zivistanî xwe ji sermayê biparêze sergînên xwezayî kom dikin.
Welatiyên Wanê beriya demsala zivistanê bê ji niha de dest bi amadekariya ardû û sotemeniya ji bo zivistanê dikin. Welatî li şûna komir û Gaza Xwezayê bikar bînin serî li ardû û sotemeniyên ku ji çanda hezaran salan hatiye didin û sergînan hişk dikin. Welatiyên sergînan hişk dikin diyar dikin ku hem erzane û hem jî ekolojîk e. Welatiyên taxa Şafakê ya Rêya Armûşê ya Wanê dijîn ji niha de sergînan hişk dikin û depo dikin. Welatiya bi navê Fatma Allahbîlîr, anî ziman ku arduyên wan ên zivistanê sergîn in. Fatma Allahbîlîr, zibilê sewalên cîranan kom dike û dike sergîn. Sergînê ku niha hişk dike û depo dike di demsala zivistanê de hem di sotemeniya tenûrê de hem jî di sotemeniya sobeyê de bikar tîne. Fatma, li ser kevneşopî û dapa civakê ya hezar salan çana sotemeniya sergîna bikar tîne. Fatma, anî ziman ku sergîn he di warê aborî de erzan e û di warê ekolojîk de pir xwezayî û bê zerar e. Fatma, anî ziman ku di milê tenduristiyê de jî ji komir û sotemeniyên din baştir e.
(svd-era/mae)