DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Pirsgirêka bazarê dijîn

 
20 Tebax
09:04 2016

MAHMUT RUVANAS

ÊLIH (DÎHA)
- Jinên ku li Atolyeya Jinê ya Hêvî ya di bin banê Şaredariya Êlihê de 5 mehan perwerde bûn, hînî dirûn, çêkirina berik û kuaforiyê bûn. Jinên ku bi kolektîfa ku çêkirine tiştên xwe difiroşin bang li hemû kesan kirin û xwestin berhemên ku ew bi keda destên xwe çêdikin bikirin.

Atolyeya Jinê ya Hêvî ya girêdayî Şaredariya Êlihê ye li taxa Petrolkentê 5 sal in xebatên xwe didomîne û bi kursên dirûn, berik û atolyeyên kuaforiyê ve ji bo jinan istihdame pêk tîne. Atolye salê 160 jinan perwerde dike û heta niha 600 jin kir xwedî pîşe. Jinên ku ji kursên dirûnê derbas bûn di navbera xwe de kolektîfek ava kirin. Kordînatora Atolyeya Jinê ya Hevî Nurcan Bîçer wiha got: "Ev koma me salek e xebatê dike. Hevalên me yên jin li ser sparîşa ku tê xizmetê didin. Xişrên otantîk, xemlên deriyan, bazin, cilên zarokan û tiştên diyariyê çêdikin."

'Em stand vedikin'

Bîçer anî ziman ku ji bo firotînê di dîtina bazarê de zehmetiyan dikişînin û wiha berdewam kir: "Cihê me yê bazarê tuneye ji ber vê yekê em zehmetî dikişînin. Mehê careke yan jî du caran stand an jî peşangehan vedikin û berhemên ku hevalên jin çêkirine difiroşin û bi vî rengî dahatekî bi dest dixin."

'Li vir patron tuneye'

Bîçer bilêv kir ku ji bo aboriyeke jin di nav de ye derkeve holê bi hevkariyê ve jiyaneke dihûnin û têkîldarî atolyeyê ev agahî da: "Di atolyeya me de civaknasek heye. Ji bo jin xwe baş hîs bike, rewşa xwe vebêje em qadekî ava dikin.hevalên me yên ku ji kursa dirûnê derbas dibin ji bo bixebitin mecbûr bûn diçûn kargehên tekstîlê, li kargehan keda jinan tê xwarin. Ji ber vê yekê jî li ser daxwaza jinan li vir atolyeya hilberînê hat avakirin. Kes li vin patron nîne. Jin di kîjan saetê de tên li ser karê xwe rûdinên, nîvro diçin malê xwarina zarokên xwe amade dikin û careke din tên vê derê. Li atolyeyê jin mînaka xebata kolektîf nîşan didin."

'Ji bo jinan qadeke civakî'

Bîçer bilêv kir ku jin hem tên atolyeyan deşarj dibin hem jî diafirînin û wiha axivî: "Ji bo wan ev der qadeke civakî ye. Niha hê jî hevalên me yên nikarin gav bavêjin derve hene. Dema ku hevalên me tên vir baweriya wan a li hemberî xwe zêde dibe û dema ku tên cem hev çiqas bi hêz in ferq dikin."


'Di cejnê de bila tiştan ji me bikirin'

Bîçer nêzîkbûna cejna qurbanê bi bîr xist û wiha berdewam kir: "Wekî cejna borî di vî cejnê de jî amadekariyên me berdewam dike. Mirovên me bi her awayî piştgiriyê didin me û me pîroz dikin le dema ku mijar tê kar piştgiriya wan bi teoriyê dimîne. Bêhtir cilên ji kargehan hatine çêkirin dikirin lê bila bawer bikin ku ev cilên ku li vir tên dirûn ji wan saxlemtir e û baş tê dirûn. Em li benda sparîşên hemû kesan in."

Ji xebatkarên atolyeyê Sultan Acar jî diyar kir ku cilên ku tên çêkirin çanda kurdan nîşan dide û bi taybetî jî di Newrozan de gelek daxwaz çêdibe, ev yek me kêfxweş dike, bi saya atolyeyê cilên ku êdî winda dibin û tiştên din careke din didin jiyandin.

Hacîre Balik jî diyar kir ku ew dixwazin jinên ku ji bo cejnê cil dikirin bila bên ji wan bikirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN