DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Girtiyên jin li hemberî binpêkirinan li ber xwe didin

 
17 Tebax
09:04 2016

SEMRA TURAN

AMED (DÎHA)
- Rêvebera TUHAD-FED'ê Dîlek Ozer a binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li hemberî girtiyên jin ku piştî OHAL'ê zêde bûn nirxand diyar kir ku girtî di bin Pêkûtî û îşkenceyan de ne. Ozer anî ziman ku wisa ye gardiyanên zilam dikevin qawûşan û bi ser qawîşan de digirin, di serdegirtinan de zarok jî tên tazîkirin û lêgerîn tê kirin, girtiyên jin li hemberî van binpêkirinan li ber xwe didin.

Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê û îlankirina OHAL'ê li girtîgehan pêkûtî gihîştin asta îşkenceyê. Pêkûtî û îşkenceyên li girtîgehan herî zêde jî girtiyên jin hedef digire. Rêvebera TUHAD-FED'ê Dîlek Ozer pêkanînên li dijî girtiyên jin ji ajansa me re nirxand.

'Bi OHAL'ê ve pêkûtî derket asta jor'

Ozer anî ziman ku pêkanînên OHAL'ê girtî dijîn û bi vî re binpêkirinên mafan derket asta herî jor. Ozer destnîşan kir ku piştî OHAL'ê li girtîgehan "Tîma A" û "Hêzên Amade" yên hatine amadekirin pêkûtî û îşkenceyan li girtiyan dikin.

Kamera li qewûşên girtiyên jin bi cih kirin

Ozer destnîşan kir ku ev tîm herî zêde girtiyên jin hedef digirin û li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê li tuwalet û serşokan kamera hatine bicihkirin, dîsa cilên neteweyî yên girtiyan ji aliyê rêveberiyên girtîgehan ve tên astengkirin û desteserkirin.

Gardiyanên zilam bi ser qawîşan de digirin

Ozer da zanîn ku di demên dawî de gardiyanên zilam bi ser qawîşên jinan de digirin, derb dikin, tiştên wan desteser dikin. Gardiyanên zilam ên bi ser qawîşan de digirin bi gotina "Em dizanin hûn kî ne. Sebra me neceribînin. Hûn ê tiştên xirab bibînin" wan tehdîd dikin. Ozer got ku li gorî muwzueta girtîgehan divê tenê gardiyanên jin bikevin qawîşan û ev yek nayê qebûlkirin têkîldarî mijarê parêzer û malbatan serî li Wezareta Dadê dane û gilî kirine.

Girtîgehên ku binpêkirinên mafan hene

Ozer bal kişand li ser sirgûnên ku di demên dawî de tên kirin jî û anî ziman ku ji Kurdistanê girtî sirgunî girtîgehên Marmara, Ege û Deryaya Reş tê kirin, di sirgûnan de lêgerîna tazî tê ferzkirin, girtiyên ku li ber xwe didin rastî îşkenceyê tên, davêjin hucreyan.

Zarokan jî ji lêgerîna tazî derbas dikin

Ozer bilêv kir ku jinên ku ji bo hevdîtinê diçin jî rastî lêgerîna tazî tên, zarokan jî tazî dikin û lêgerînê dikin, herû zêde jî li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê, Girtîgeha Gebzeyê û Girtîgeha Bakirkoyê girtiyên jin rastî binpêkirinan tên. Ozer wiha axivî: "Dîsa li Girtîgeha Sîncanê divê di qawîşan de 3 kes bimînin lê 10 kes dimînin. Girtî li ber tuwalet û serşokê radizên."

Girtiyên jin li ber xwe didin

Ozer got ku li hemberî binpêkirinan girtiyên jin li ber xwe didin û wiha got: "Girtiyên jin ên ku hevdîtin pêk anî dibêjin ku dê tu caran berxwedana me bi dawî nebe, di nava çar diwaran de jî berdewam bike."

Ozer diyar kir ku ew ê li hemberî binpêkirinan derkevin û îtiraz bikin.

(sa)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN