Tuncel cejna gelê Cizîrê pîroz kir
ŞIRNEX (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel bi minasebeta Cejna Remezanê hat navçeya Cizîrê û wiha got, "Tu tank û top nikarin bi vê îradê. Her ku ew me bikujin em ê ewqas zêde bibin. Ji ber vê yekê çi peywira bikeve ser milê me, em ê ji bo vî gelî bikin. Azadî pir nêz e. Ez bawerim di pêşerojê de cejnên hê xweş û azad pîroz bikin bikin. Serkeftin ya me ye."
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel bi minasebeta Cejna Remezanê hat navçeya Cizîr ya Şirnexê. Tuncel û endamên MYK'ê, Endama Mecslîsê ya HDP'ê Pinar Aydinlar, Endamê Meclîsa DBP'ê Yûnûs Dûrdû, Aktîvîsta KJA'yê Aysel Tûglûk cejna gelê Cizîrê pîroz kirin. Tûncel û şandeya xwe pişt re derbasî DBP û HDP'ê bûn. Tûncel, di serî de cejna hemû gelê Botanê pîroz kir û dest nîşan kir ku ji ber ku gelê Cizîrê li zimanê xwe, axa xwe, çanda xwe û erdnigariya xwe xwedî derketiya spasiyê xwe pêşkêş kir.
Tûncel da zanîn ku tu hêz nikare hêza gelê Botanê têk bibe û wiha axivî: "Duh dayikekê ji min re got 'kurê min î 14 salî qetil kirin. Kurê min ji bo çand û zimanê xwe li ber xwe da. Serê min her tim pê bilind e'. Tu tank û top nikarin bi vê îradê. Her ku ew me bikujin em ê ewqas jî zêde bibin. Ji ber vê yekê çi peywira bikeve ser milê me, em ê ji bo vî gelî bikin. Azadî pir nêze. Ez cejna gelê me yî Botanê pîroz dikim. Ez bawerim di pêşerojê cejnên hê xweş û azad pîroz bikin. Serkeftin ya me ye."
Piştî ziyaretî şande ber bi navçeya Silopyayê û Dêrgûlê ve çû.
(kom/red)