DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Ji hevserokên HDP'ê peyama cejnê

5 Tîrmeh
11:33 2016

ENQERE (DÎHA) - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek weşandin û bang hat kirin ku bi riya cejnê piştgiriya ji bo gelê ku bi êrîşan re rû bi rû mane bê xurtkirin.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, bi ninasebeta cejnê peyanek weşandin. Di peyamê de hat diyar kirin cejin di naveroka xwe de aştî û biratiyê dihewîne û ev tişt hat gotin: "Mixabin îsal jî cejin di nava xemginiyê de tê pêşwazîkirin. Tenê ne li Tirkiyeyê, li Iraq û Sûriyeyê dîsa li Rojhilata Navîn gelê misliman bi komkujiyan re tê derbas kirin."

Hevserokan di dewama peyama xwe de ev tişt gotin: "Li welatê me ji ber hêrsa desthilatdariyê her roj ciwan jiyana xwe ji dest didin, êşa zarokan dilê dayikan dişewitîne. Li erdnîgariya kurdan hemû mal, kuçe, tax, gund û navçe hatin rûxandin. Di vê roja mibarek de jî bi gorinên xwe, bi axaftinên xwe û bi nirxandinên xwe di navbera gelan de tovên cudahiyê diçînin û gel ji hev didin perçekirin."

Hevserokan herî dawî cejna gelê kurd û hemû Rojhilata Navîn pîroz kir û hêvî kirin ku ev cejin bibe wesîleya aştî û biratiya gelan.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN